Kurdistaniyên li Ewropayê ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwedî li berxwedana grevên birçîbûnê derkevin, çalakiyên xwe yên li Ewropayê didomînin.
Kurdistaniyên li Swîsre û Hollandayê, tevî dostên xwe daketin qadan û xwedî li berxwedêrên greva birçîbûnê derketin.
WINTHERTHUR
Li bajarê Wintherthur ê Swîsreyê, bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Wintherthurê çalakger li qada Markgasseyê li hev civiyan û çalakiya bêdeng a rûniştinê pêk anîn. Çalakgeran tecrîdkirina Ocalan protesto kirin û bal kişandin ser grevên birçîbûnê.
Çalakgeran maske danîn ber devê xwe û dowîzên ji wêneyên Leyla Guven û bi nivîsa “Parlamenter Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Ocalan 161 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ye” hildan. Aktîvîstan belavokên bi zimanê Elmanî li ser mijarê belav kirin.
BERN
Li paytexta Swîsre Bernê jî, aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger li navenda bajêr belavok belav kirin.
Aktîvîstan êlekên spî yên bi nivîsa “Ji bo Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne” li xwe kirin û raya giştî ya Swîsreyê li ser tecrîdê û grevên birçîbûnê agahdar kirin.
AMSTERDAM
Li bajarê Amsterdam ê Hollandayê, Kurdistanî ji bo balê bikişînin ser tecrîdê û berxwedana grevên birçîbûnê çalakiyek li dar xistin.
Kurdistanî li qada Damê li hev civiyan û çalakiya bêdeng pêk anîn.



