Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Hambûrgê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de berxwedana grevên birçîbûnê hate silavkirin.

Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinan a Rojbîn a li Hambûrgê ve hate organîzekirin û li ber Navenda Kar a Saturnê ya li Monckebergê pêk hat.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa “Bes e ji tecrîdkirina Ocalan re” hate vekirin û dirûşmên “Bila tecrîd tavilê bê rakirin”, “Azadî ji Ocalan re aştî ji Kurdistanê re”, “Leyla Guven rûmeta me ye”, “Bijî piştgiriya şoreşgerî” hatin qîrîn.