Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Luzern ê Swîsreyê tecrîd hate şermezarkirin.

Bi banga Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan, çalakger li ber stasyona trenê ya navendî li hev civiyan û bêdengiya CPT, dewlet û saziyên navneteweyî ya li pêşberî grevên birçîbûnê şermezar kirin.

Çalakgeran dev, çav û guhê xwe bi banta reş girtin û çalakiya rûniştinê kirin.

Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin.