Kurdistaniyekî li Hollandayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Meclîsa Nûneran a Hollandayê di dema axaftina wezîrekî de çalakiyek pêk anî.
Dema ku Wezîrê Maliyeyê yê Hollandayê Wopke Hoekstra diaxivî, kesekî li beşa guhdaran rûniştî flamayek bi nivîsa “Peace-Aştî” vekir û bi zimanê Flamanî dirûşmên “Azadî ji Ocalan re”, “Azadî ji Kurdistanê re” qîriya. Piştre flamaya bi nivîsa “Aştî” ber bi salonê ve hejand.
Çalakger piştî demeke kin ji salonê derket û dawî li çalakiya xwe anî.