Kurdên li bajarê Saratovê yê Federasyona Rûsyayê, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û bal kişandin ser grevên birçîbûnê.
Ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Ocalan, li navçeya Dargaçiye ya bajarê Saratovê çalakiyek pêk hat.
Kurdên li ber Navenda Çanda Kurd a Dergaçiyê li hev civiyan, bal kişandin ser grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven pêk tên.
Çalakgeran êrîşên rejîma Tirk ên li ser berxwedêrên greva birçîbûnê û dayikên aştiyê şermezar kirin û ji bo Ocalan dirûşm qîriyan.
Ji rêveberên Meclîsa Gel a Dargaçiyeyê Îsmaîl Yûsûbov li qada çalakiyê axivî û got, “Bûyerên ku di dema dawî de diqewimin, mînakek ji nêzîkatiya dewleta Tirk a li Kurdan û gelên din e. Dewleta Tirk a faşîst li ser înkarkirina gelê Kurd ava bûye.”
Yûsûbov diyar kir, “Lewma li dijî Kurdên xwedî îrade bi êrîşkariyê tevdigere. Bi hêza ji rêberê xwe werdigirin em ê îradeya xwe biparêzin û li dijî zilmê bêdeng nemînin. Em çalakgerên berxwedana greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Leyla Guven li ber xwe didin silav dikin û dixwazin bêjin ku di têkoşîna wan a mafdar de em bi wan re ne.”





