Tecrîd ji salên 1970’î û pê ve li girtîgehan weke cezayekî giran tê bikaranîn. Li dinyayê bi hezaran kes 23-24 saetên rojê bi tena serê xwe bêyî têkiliyeke xwe ya civakî hebe li girtîgehan li hucreyan derbas dikin.

Desthilatdariyên siyasî di dema nêz a dîrokê de gelek caran rêberên ku li dijî xwe weke tehdît dîtin di nava mercên bi heman rengî de hiştin. Antonio Gramsci, Ernst Thaelmann, Nelson Mandela çend ji van rêberan e.

GIRTÎGEHA MAMERTINE YA NAVDAR

Di serdema antîk felsefevanên Yewnan ên mîna Plato diyar kirin ku cezayê girtinê weke rêbazeke tolhildanê dikare were bikaranîn. Wê demê, cezayê girtinê li Atînayê weke tedbîrekê bû. Mînak yekî ku deyndar bû heta ku deynê xwe bigire li girtîgehê dihate hiştin.

Romayiyan di dîrokê de yekemcar hiştina mirovan a li girtîgehê weke rêbazeke cezakirinê bi kar anîn. Girtîgeha Mamertine ya navdar Beriya Zayinê sala 640’î ji aliyê Ancus Marcius ve hate çêkirin. Li hucreyên kanalîzasyona Roma Antîk, mirovên sûcdar li nava pîsiya mirovan demeke dirêj dihatin hiştin. Mirovên sûcên biçûk kiribûn jî mîna koleyan dihatin xebitandin, bi taybetî di karê çêkirina keştiyan de.

Girtîgehên serdema modern di dawiya sedsala 17’an de li Îngilîstan û Hollandayê derketin holê û belav bûn.

Tecrîd ji salên 1970’î û pê ve li girtîgehan weke cezayekî giran tê bikaranîn. Li dinyayê bi hezaran kes 23-24 saetên rojê bi tena serê xwe bêyî têkiliyeke xwe ya civakî hebe li girtîgehan li hucreyan derbas dikin.

Tecrîd, bi taybetî tecrîdkirina mirovên siyasî ku ji aliyê rejîman ve weke ‘tehdît’ tên dîtin, bi demê re zêde hate bikaranîn. Nîqaşên il ser bandora însanî û psîkolojîk a tecrîdê her zêde dibin.

Li gorî daneyên Komeleya Psîkolojîk a Emerîkayê, bi mirovên tecrîdkirî re pirsgirêkên panîk, bêxewbûn, paranoya, agresyon û depresyonê tên dîtin.

Di sedsalên 20 û 21’ê de gelek lîder, şoreşger, sosyalîst di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de hatin hiştin. Lîderê efsanewî yê Efrîka Başûr Nelson Mandela û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava van lîderan de yên ku bi rengê herî giran hatine tecrîdkirin. Ji bilî Mandela û Ocalan çend ji mehkûmên bi rengekî girankirî hatine tecrîdkirin wiha ne:

ANTONIO GRAMSCI

Yek ji ramangerên herî bi bandor ê Marksîst Antonio Gramsci ji damezrînerên Partiya Komunîst a Îtalyayê bû. Gramsci dema ku hewl dida rojnameya bi navê L’Unity derxîne ji aliyê rejîma Mussolini ve hate girtin. Tevî ku mafê wî yê destnedana parlamenteriyê bû li girtîgeha Regina Coeli ya li Romayê hate bicihkirin.

Gramsci 25 salan di girtîgehê de dema. Dozger ji bo wî gotibû, “Divê em 20 salan bikin ku mejiyê wî nexebite.” Rayedarên girtîgehê jî ev kirin. Li Girava Unticayê 5 salan li hucreyê, li girtîgeha Turi jî 20 salan hate mehkûmkirin.

Bi demê re diranên Gramsci hemû ketin, nexweşiyên giran lê der bûn û sala 1933’an rakirin nexweşxaneyê. 21’ê Nîsana 1937’an dema ku biryara berdana wî hate dayin, li ber mirinê bû. Gramsci 27’ê Nîsana 1937’an di 46 saliya xwe de mir.

ERNST THAELMANN

Lîderê Partiya Komunîst a Elmanyayê Thaelmann yek ji kesên sereke bû ku di hedefa rejîma Nazî de bû. Thaelmann sala 1925’an bû lîderê Partiya Komunîst a Elmanyayê. Dema ku Adolf Hitler bû desthilatdar, berxwedana herî radîkal a li dijî wî ji aliyê komunîstên Elman ve dihate kirin. Thaelmann sala 1933’an dixwest Hitler ji desthilatdariyê bê daxistin. Lê belê Thaelmann tevî komek ji hevalên xwe, piştî şewata navdar a Reichstagê, 3’ê Adara 1933’an hate girtin.

Tevî ku sedem û delîlek tinebû ku Thaelmann bê mehkûmkirin, ew li girtîgeha Bautsenê hate tecrîdkirin. Mîna ku wê bê darizandin, amadekarî ji dadgeheke nediyar re dihate kirin. Lê ew dadgeh ti carî pêk nehat.

Thaelmann sala 1944’an bi fermaneke şexsî ya Adolf Hitler li Kampa Komkirinê ya Buchenwaldê ji aliyê SS ên Nazî ve hate kuştin. Beriya bê kuştin Thaelmann 11 salan bi tena serê xwe li hucreyekê hatibû hiştin.

ABIMAEL GUZMAN

Rêya Ronahiyê piştî sala 1980’î li Perûyê li dijî rejîma faşîst dest bi têkoşîna çekdarî kiribû. Pêşengê rêxistinê jî Abimael Guzman bû. Rêxistinê di salên 1990’î de li dijî rejîma Perûyê dest bi têkoşîneke xurt kir.

Artêş û polîsên Perûyê li pey lîderên rêxistinê bûn. Li taxa Surco ya Limayê avêtin ser malekê û Guzman tevî heyşt lîderên rêxistinê girt.

Cezayê girtina heta bi hetayê li Guzman hate birîn û ew li girtîgeha baregeheke deryayî ya Collao ya li nêzî paytexta Perû Limayê hate bicihkirin. Destpêkê hemû pêwendiyên wî yên bi dinyayê re hate birîn. Ji bilî kovarên maganîzê tiştek nedan wî. Li hucreyeke tarî hate bicihkirin. Rojê tenê saetekê roj didît. 

Di encama berxwedana gelê Perû de rêvegeriya Fujimori têk çû, Fujimori jî ji welêt reviya. Rêveberiya nû jî ji bo çareseriya pirsgirêkan bi gerîlayan re dest bi hevdîtinê kir. Ji bo vê jî destpêkê şert û mercên jiyanê yên Guzmaoyê sererast kir.

Guzman niha 84 salî ye. Beşeke girîng a 27 salên li girtîgehê di hucreyê de derbas kir û gelekî kêm mirov dît.

ÇALAK CARLOS

Ramirez Sachez ê Venezûelayî, sala 1970’î dema ku tevlî Artêşa Rizgariya Gel a Fîlîstînê bû, ji bo balê bikişîne ser koka xwe ya ji Latîn Emerîkayê, navê Carlos li xwe kiribû. Carlos mohra xwe danî binê gelek çalakiyan û di demeke kin de bû yek ji kesên ku li gelemperiya cîhanê herî zêde lê tê gerîn. Navê Carlos bi bombekirina navenda OPEC’ê ya li Viyanayê, sala 1975’an li gelemperiya dinyayê deng veda.

Nûçegihanekî rojnameya The Guardian, di nava alavên Carlos de romana “Rojên Çakal” a Frederick Forsyth dît û piştre jî navê wî êdî weke “Çakal Carlos” hate bilêvkirin.

Carlos ku piştî gelek çalakiyan karî xwe ji hêzên dewletan rizgar bike, 14’ê Tebaxa 1994’an ji aliyê rayedarên hikumeta Sûdanê ve radestî Fransayê hate kirin. Sala 1994’an hate girtin û 11 salan di nava tecrîdê de hate hiştin. Carlos ku li Girtîgeha La Sante ya Parîsê tê hiştin, destpêkê destûr nedihate dayin ku gariyanekî jî bibîne. Piştî sala 2008’an destûr hate dayin ku karibe mehkûmên din jî bibîne.

GIRTIYÊN ÎRA

Ji salên 1970’î û pê ve girtiyên ÎRA ji aliyê hikumeta Îngilîz ve bi rengekî giran hatin tecrîdkirin. Mîna pêkanînên li Tirkiyeyê, lixwekirina kincê ji yek tîpî li wan hate ferzkirin. Yên li ber vê radibûn dixistin hucreyê. Girtî pênc salan her rojên hefteyê 24 saetan girtî hatin hiştin. Rojên Yekşemê ji bo karibe tevlî merasîmên olî yên li kafeterya blokê bibin, ya jî mehê carekê ji bo nîv saetê dema ku heval û malbatên xwe didîtin, ji hucreyê dihatin derxistin.

Li dijî şert û mercên giran ên tecrîdê Bobby Sands tevî hevalên xwe dest bi greva birçîbûnê kirin û bi saya vê berxwedanê şert û mercên tecrîdê hinekî ji holê hhatin rakirin. Lê belê tecrîdkirina endamên ÎRA’yê heta nava salên 1990’î dewam kir.

Sibe:
Xanana Gusmao
Jose Alberto Mujica Cordano