Gelek lîderên siyasî yên ji aliyê desthilatdaran ve weke gef dihatin dîtin, piştî ku hatin berdan ji aliyê gelên xwe ve hatin hilbijartin û bûn serokdewlet. Nelson Mandela, Xanana Gusmao, Alberto Mujica çend ji van e.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdeyî 20 sal in li Girtîgeha Tîpa Taybet a Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de tê hiştin. Tecrîdkirina Ocalan ji Nîsana sala 2015’an û vir ve hatiye şidandin.
Desthilatdariyên siyasî di dîroka nêz de gelek caran serokên ji bo xwe weke gef dîtin di nava heman şert û mercan hiştin. Nelson Mandela, Xanana Gusmao, Alberto Mujica çend ji van e.

XANANA GUSMAO
Yek ji serokên gerîla yên di girtîgeha bi ewlekariya bilind de hatin hiştin, serokê tevgera gerîla ya Falantilê Xanana Gusmao ye ku li dijî dewleta Endonezyayê ya dagirker têdikoşiya. Gusmao 20’ê Mijdara 1992’an hate girtin û bi dadgeheke lihevçêkirî cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hate birîn. Gusmao xistin girtîgeha Cipinang a li nêzî paytexta Endonezya Jakartayê. Girtîgeh yek ji girtîgehen bi ewlekariya bilind e. Bi saya berxwedana gelê Timor a Rojhilat dewleta Endonezyayê nikare êdî polîtîkaya xwe ya zordar bidomîne. Di encama hevdîtinan de Gusmao weke girtiyekî dixin malekê. Gelê Timor a Rojhilat qîma xwe bi vê tawîzê nîne. Têkoşîna xwe hê bi biryardarî didomîne. Artêşa Endonezyayê ya dagirker xwe ji giravê vedikişîne û serxwebûna gelê Timor a Rojhilat nas dike. Serokê gerîla Xanana Gusmao jî mîna Mandela ji girtîgeha Cipinangê derbasî qesra Serokkomariyê dibe.

NAPOLYON BONAPARTE
Napolyon Bonaparte piştî ku sala 1813’an li Leipzigê têk çû, senatoya Fransayê ew ji desthilatdariye daxist û sirgûnî girava Elbe ya li herêma Toscana ya li Îtalyayê kir. Girava Elbeyê giraveke biçûk e ku ji 223,5 metreçargoşeyî pêk tê. Girav ji bo Napolyon biçûk e û piştî demekê ji giravê direve û têkoşîna xwe diodmîne. Lê belê bi ser nakeve û dîsa tê girtin. Vê carê wî sirgûnî girava Saint-Hellen a di bi kontrola Îngilîstanê de ye dikin. Napolyon di heştiyê de hîn dibe ku wî dibin vê giravê û dibêje, “Ev girav wê di nava sê mehan de min bikuje. Mirovekî welê me ku rojê bi bîst fersexî hespê dibezînim. Ez li wan tehtên li aliyê din ê dinyayê çi bikim? Eger hikumeta we dixwaze min bikuje dikare wê ji vir jî bike.” Girava Saint-Hellenê li okyanûsa Atlantîkê ye û bi du hezar mîl dûrî Ewropayê ye. Ludving ê biyografiya Napolyon nivîsî di pirtûka xwe de giravê bi vî rengî pênase dike: “Kes nikare li vir bijî. Li vê giravê kes nikare heta 60 saliya xwe sax bimîne û kêm mirov digihêje 50 saliya xwe. Em li tropîkên bê roj in, ku piştî saetekê hewaya germ û bi rûtûbet yekser vediguhere baraneke sar. … Yên ku zêdeyî salekê li giravê dimînin, nexweşiyên dîzanterî, serêşî li wan der dibe, canê wan disincire û verdişin. Nexweşiyên ku herî zêde rû didin jî nexweşiyên kezebê ne.”
Pirsgirêkên tenduristiyê yên Napolyon zêde dibe. Ludving bi dewamî dibêje, “Nexweşiyên kujer zêde dibin. Avhewaya giravê ji bo mirovên ku kezeba wan rehet e jî metirsîdar e. Êşa kezebê ya Napolyon giran dibe, dibêje ku mîna agir di nav de mîdeya wî dişewite; dema ku êş lê giran dike ji êşê vedikeve û her dinale. Şeş sal in ji ber nexweşiyên lê der bûne gilî û gazin ji avhewaya giravê dikir. Van çend rojên dawî Îngilîstanê sûcdar dike ku dixwaze wî li vê girtîgeha bi şertên giran bikuje.” Napolyon nikare zêde xwe li van şert û mercan rabigire û piştî 6 salên li girtîgehê dimire. Doktorê li giravê otopsiya wî dikin. Raporên otopsiyê bandora neyînî ya girtîgeha giravê li ser beden û tenduristiya mirovan nîşan didin. Ludving di pirtûka xwe de li ser vê rewşê wiha dibêje: “Doktor kezeba wî derxist û qelaşt. Ji bo yên din organê lêkolîn bike radike hewayê û wiha dibêje: ‘Binerin; ev aliyê bi ulser ê mîdeyê çawa bi kezebê ve zeliqiye. Çi encam ji vê derdikeve? Rewş iha ye, avhewaya St. Hellenê nexweşiya mîdeyê zêde kiriye û bi vî rengî bûye sedem ku împarator berî dema xwe bimire.”

JOSE ALBERTO MUJICA CORDANO
Di salên 1960’î de komek ji şoreşgerên Uruguayê ku ketin bi bandora şoreşa Kubayê, tevgera
MLN-Tupamaros ava kir. Di nava vê tevgerê de Jose Alberto Mujica Cordano jî hebû ku wê piştre bibûya Serokdewletê Uruguayê.
Mujica yek ji pêşengên fikrî-îdeolojîk ê tevgerê nebû. Mujica ku çalakgerekî şareza bû, sala 1969’an dema ku bajarê Pando ji artêşê hate wergirtin, bi roleke girîng tevgeriya bû. Mujica ku sala 1970’î meha Adarê li Montevideoyê du polîs birîndar kir, bi birîndarî hate girtin.
Mujica Îlona sala 1971’ê tevî 100 endamên Tupamaro ji girtîgehê reviya, lê belê piştî demeke kin hate girtin. Sala 1972’an careke din ji girtîgehê reviya. Lê belê reva wî ya vê carê zêde dewam nekir û piştî mehekê hate girtin.
Dema ku sala 1973’an darbe hate kirin Mujica li girtîgehê bû. Piştî darbeyê Mujica û hevalên nêzî wî Eleuterio Fernandez Huidobro û Mauricio Rosencof 13 salan di nava şert û mercên giran de hatin girtin. Mujica du salên wê demê li bîra avdanê ya tewlekê derbas kir. Bi salan dengê mirovan jî nebihîst.
Li girtîgehê pirsgirêkên giran ên psîkolojîk li Mujica derketin. Mujica ku halusunasyonên bi deng dibihîst û paranoya derbas kir, sala 1985’an bi efûya giştî re hat berdan. Piştî ku hate berdan demekê tedawiya psîkolojîk dît û tevlî siyasetê bû. Mujica ku bi Eniya Berfireh re tevgeriya, sala 2010’an bû serokdewletê Uruguayê.

NELSON MANDELA
Nelson Mandela ku li Efrîka Başûr sembola têkoşîna li dijî nîjadperestiyê ye, Tîrmeha 1918’an li Umtata/Transkeiyê ji dayik bû. Bavê wî şefê kabîleya Tambu Henry Mandela bû ku bi zimanê Zosa (xhosa) diaxivî. Mandela demeke dirêj li madenê karkerî kir û piştre Forth Hare University Collage û Zanîngeha Witwatersrandê qedand. Sala 1942’an dîplomaya xwe ya hiqûqê stend. Mandela bûbû yekemîn parêzerê reşik ê Efrîka Başûr. Mandela tevlî Kongreya Neteweyî ya Efrîkayê (ANC) bû ku li dijî rêveberiya Spî ya Nîjadperest ji aliyê gelê xwecihî ve hatibû avakirin. Piştre bû Serokê Yekîtiya Ciwanan a Kongreyê û di demeke kin de bû yek ji pêşengên têkoşîna rizgariya reşikan. Sala 1948’an polîtîkayên nîjadperestî yên rêveberiya Spî (Rejîma Apartheid) li Efrîka Başûr zêde bûbû. Ji ber vê yekê Mandela li dijî polîtîkayên cihêkariya nîjad a Partiya Neteweyî (NP) a li desthliatdariyê çalakî li dar xist. Rejîma Apartheid jî li dijî vê yekê di navbera salên 1956-61’ê de Mandela bi xiyaneta li welêt dadgeh kir. Ji ber ku Mandela damezrîner û serokê Rimê Neteweyî bû ku rêxistineke ser bi Kongreya Neteweyî ya Efrîkayê bû û têkoşîna çekdarî dimeşand. Bi taybetî di sala 1960’î de li Sharpevilleyê dema ku mirovên bêçek qanûnên pasaportê protesto dikirin, gule li wan hate reşandin bi sedan ji wan hatin kuştin û Mandela helwesta xwe ya alîgiriya berxwedana pasîf terikand û destek da çalakiyên sabotajê yên li dijî rêveberiya nîjadperest.
Mandela sala 1962’an derket derveyî welat û di serî de Îngilîstan û welatên Efrîkayê ji gelek welatan daxwaza alîkariyê kir. Mandela dema ku vegeriya welatê xwe hate girtin û bi sûcdariya ‘bê destûr derketiye derveyî welat, sabotaj û sûîqestên tevdanê li dar xistiye’ hate darizandin. Di dema vê dozê de Mandela got, ew ne mecbûre li gorî qanûnên ji aliyê parlamenta ku gel temsîl nake ve hatine amadekirin tevbigere. Tevî vê yekê sala 1963’an li taxa Rivonia ya Johannesburgê di serdegirtinekê de li navenda Rima Neteweyî hin çek hatin dîtin û ji ber vê yekê Mandela û hin hevalên wî bi sûcdariya “hewl daye li dijî hikumetê komployê bike” hate darizandin. Di dema van dozan de Mandela hin sûcdarî qebûl kir û got, “Zext û zora nîjadperestî ji bilî rêbaza zorê rêyeke din ji reşikan re nehiştiye.”
Di encama vê dozê de ku weke Doza Rivonia tê binavkirin, tevî ku li hin hevalên wî cezayekî kêmtir hate birîn, 11’ê Hezîrana 1964’an cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li Mandela hate birîn. Mandela destpêkê xistin Girtîgeha Girava Robben ku nêzî Cape Townê bû. Di navbera salên 1964-82’an de li wê girtîgehê hate hiştin. Sala 1982’an ew xistin Girtîgeha Pollsmoorê ku di asta herî bilind de tedbîrên ewlekariyê lê dihate girtin. Ji ber şert û mercên giran ên girtîgehê Mandela bi weremê ket û sala 1988’an ew rakirin nexweşxaneyê.
Dema ku Mandela li girtîgehê bû piştgiriya gelê xwecihî yê Efrîkayî dewam kir. Tevî vê yekê parêzvanên mafên mirovan ên ji gelek welatan ku li dijî cihêkariya nîjadî têdikoşiyan, piştgirî didan Mandela. Ji ber ku hem li nava welêt hem jî li derveyî welat piştgiriyeke xurt ji Mandela re dihate dayin, rêveberiya Efrîka Başûr neçar dima gavê biavêje. Ji ber ku Neteweyên Yekbûyî zextên rejîma Apartheid a Efrîkaya Başûr ji nêz ve dişopand. Li aliyekî pêkanînên li ser Efrîkaya Başur dihate nirxandin, li aliyê din jî ji bo berdana Mandela û girtiyên siyasî bang dihate kirin.
Li ser vê yekê destpêkê yekîneyên îstîxbaratê bi Mandela re diyalog danîn. Piştre bi zêdebûna hevdîtinan re di asta bilind de danûstandin hatin kirin. Di nava vê demê de şert û mercên girtîgehê yên Mandela hatin başkirin û piştre ew weke girtiyekî xistin malekê. Piştî ku pêvajoya danûstandinan gihîşte astekê, Mandela ji aliyê hikumeta Efrîkaya Başûr a bi Serokkomariya F. W. De Klerk ve 11’ê Sibata 1990’î hate berdan. Mandela demeke kin piştî berdanê 2’ê Adarê ji bo serokwekîliya ANC’ê hate hilbijartin. Ji ber ku extiyar bû û rewşa wî ya tenduristiyê nebaş bû, Serok Oliver N. Tambo bû ‘serokê neteweyî’ lewma Mandela Tîrmeha 1991’ê bû serokê ANC’ê.
Mandela ku 67 salên emrê xwe bi têkoşîna ji bo azadiyê û mafên mirovan derbas kir, hêjayî gelek xelatan hate dîtin. Sala 1979’an Xelata Cavaharlal Nehru, sala 1981’ê Xelata Mafên Mirovan a Bruno Kreisky, sala 1983’an Xelata Simon Bolivar a UNESCO wergirt. Tevî vê yekê gelek zanîngeha doktoriya rûmetê dan wî.
Mandela ku ji ber têkoşîna xwe ya li dijî nîjadperestiyê li hêjayî gelek xelatan hate dîtin. Tirkiyeyê jî xwest xelatekê bide wî. Tirkiyeyê sala 1992’an xwest Xelata Aştiyê ya Navneteweyî ya Ataturk bide Mandela. Lê belê Mandela ev xelat red kir. Sedema redkirina xelatê jî bi rêya parêzerê xwe eşkere kir. Mandela bal kişand ser polîtîkayên cihêkariyê yên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan, binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê nîşan da û diyar kir ku ew nafikire serdana Tirkiyeyê bike.

GIRTÎGEHA ALCATRAZÊ
Girtîgeha Alcatrazê ku li Başûrê Emerîkayê li nava okyanûsê ye, ji salên 1700’î ve di bin dagirkeriya Fransayê de bû. Di 50 salên dawî yên sedsala 19’an de 60 hezar mehkûm li wir mirin, ji ber vê yekê jî weke yek ji girtîgehên herî tirsnak ê dîrokê hate binavkirin.
Fransayê di salên 1800’î de girav weke girtîgehê bi kar anî û di navbera salên 1852-1939’an de nêzî 80 hezar girtî şand wê derê. 60 hezar girtiyên li giravê jiyana xwe ji dest dan, di nava wan de bûn.
Girtîgeh di ser deryayê re ye û ji tehtên bilind pêk tê. Ji ber ku derdora wê zinar e, reva ji girtîgehê nepêkan e. Girtiyên ku xistin girevaê, yekser li kampeke kar hatin bicihkirin. Girtî li koguşên ji 40 kesî hatin bicihkirin. Li vê giravê ku bi darên tropîk û palmiyeyan dagirtî ye, tevî germa zêde jî girtî dema radizan lingê wan bi zincîrê dihatin girêdan. Ji ber ku girtiyên dişandin giravê weke mirovên ‘bi zerar û nexweş’ li nava civakê dihatin dîtin, dihate xwestin ku tavilê ji wan xilas bibin. Mînak; tevî ku li giravê nexweşxane û dêr hebû, ti ji girtiyan nekarîn ji wan sûdê werbigirin.
Girav piştre ket bin kontrola DYE’yê û ji bo parastina San Franciscoyê xurtir bike ji bo armancên leşkerî hate bikaranîn. Gelê xwecihî yê giravê li ber DYE’yê rabû û li ser vê yekê DYE’yê serkeşê îsyanê girt. DYE’yê ev der kir girtîgeha leşkerî û 1’ê Çileya 1934’an ev der radestî Wezareta Edaletê kir. Heta ku veguherî girtîgeha federal weke girtîgeha leşkerî hate bikaranîn. DYE’yê kesên cezayê giran li wan hatine birîn û mûxalîfên siyasî şand giravê. Heta sala 1963’an Wezareta Edaletê girav weke girtîgeha federal bi kar anî û piştre hate girtin. Navên girtiyên li giravê dihatin jibîrkirin. Ji bo her girtiyekî nûmareyek dihate dayin û bi wê nûmarayê bang li girtî dihate kirin. Girtî êdî ne mirovek e, ew êdî hejmarek e. Girtiyên li kampan dihatin xebitandin, ji bilî pêwîstiyên bingehîn ên ku karibin pê sax bimînin, pêwîstiyeke din a însanî nedihate dayin. Hewl hate dayin ku hest û refleksên mirovî hemû bên kuştin. Dixwestin ku girtî hemû serî bitewînin û bi ya wan bikin. Girtiyên ku li ber vê rabûn hatin kuştin. Ne tenê yên li ber xwe didan, yên teslîm bûn jî û bi ya wan dikirin hatin kuştin. Mînak; ji 134 girtiyên ku DYE’yê ew şandin girtîgehê tenê 3 sax man û vegeriyan DYE’yê.
Li girtîgehê tevî ku pirtûkxane hebû, derfet ji girtiyan re nedihate dayin ku sûdê jê werbigirin. Girtiyek ji bo karibe ji pirtûkxaneyê pirtûkekê werbigire, divê 5 salan li girtîgehê ti pirsgirêk dernexistibe. Nêzîkatiyeke herî biçûk a mirovî ya girtiyan jî sûc dihate dîtin. Ji ber vê yekê nepêkan bû ku girtiyek karibe pirtûkekê bixwîne.
Mercên girtîgehê mîna kampeke dîlgirtinê bû. Taybetmendiyeke herî biçûk a mirovî bi rengê herî tund dihate cezakirin. Di nava rêbazên cezakirinê de giyotîn û odeyên gazê jî hebûn ku girtî lê dihatin îdamkirni.