Li Silêmaniyê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. Herwiha hate diyar kirin ku teclîda li hemberî Ocalan li pêşiya aştiyê asteng e.
Li Sekoyî Azadî ya li Parka Azadî ya Silêmaniyê bi boneya Roja Aştiya Cîhanê ji aliyê Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK)û Komîteya Azadiya Ocalan çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de alên RJAK’ê û posteyên Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.
Herwiha dirûşmeyên, ‘Şehîd nimirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin. Çalakiyê bi qedeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê destpê kir.
Piştre endama Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) Wijdan Nuredîn peyama RJAK’ê xwend. Wijdan Nuredîn got; “Rêber Apo hemû temenê xwe ji bo aştî, demokratî û azadiya gelan daye, bi taybet ji bo gelê Kurd. Ji ber ku hemû şerên dijwar li Kurdistanê ye. Dema ku li Kurdistanê aştî pêk were, wê li tevahiya cîhanê aştî bi garantî bibe. Lê mixabin, bi şer û agir bersiva Rêber Apo û gelê Kurd didin. Li gorî me, girankirina tecrîda li hemberî Ocalan li pêşiya aştiyê asteng e.”
Piştre Endamê Komîteya Azadiya Ocalan Mihemed Bekir daxuyaniya komîteyê xwend. Di daxuyaniyê de tê gotin ku faşîzim didome û hemberî faşîzmê jî tevgera gelê Kurd roj bi roj mezin dibe.
Di berdewama çalakiyê de, Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, Mamostayê Olî Mele Nadir, Rêveberê Rewşenbîriya Silêmaniyê Babekr Direyî axivin û bal kişand ser azadiya Ocalan.