Hevberdevka Delegeyên Kongreya Civaka Demokartîk (KCD) Zelal Bîlgîn der barê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivî.

Bîlgîn anî ziman ku ne tenê kurd hatine tecrîdkirin, tecrîda li Îmraliyê sînor derbas kiriye û wiha got: “Bi vê yekê re dixwazin têkiliya Ocalan bi gel re qut bikin û ramanên wî ji holê rakin.”

Di axaftina xwe de Bîlgîn destnîşan kir ku tecrîd dewama komploya navnteweyî ye û wiha pê de çû: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de bi ramanên xwe bandorek mezin li gelê Tirkiyeyê kir. Hikumet jî li xwe mikûr hat ku fikrên Ocalan bandor li wan jî kiriye. Lê belê niha hemû têkiliyên birêz Ocalan ên bi derve re hatine qutkirin û dixwazin qirkirinekê pêk bînin. Ev jî dewama komploya navneteweyî ye. Heta tecrîd ranebe, dê dawî li vî şerî neyê û ji aliyê siyasî ve pêşketinek nebe.”

Her wiha Bîlgîn bal kişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li hemberî Ocalan û got ku piştî vê biryarê DMME’yê mîsyona xwe winda kiriye