Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo nîqaşkirina rewşa çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî ku li gel QSD`ê girtî ne, 7`ê Mijdarê bi şandeyeke diplomasiyê ya Amerîkayê re civiya.
Şandeya Rêveberiya Xweser ji hevserokê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebdulkerîm Umer, cigirê wî Fener El-Keît û endama buroyê Raniya Xelîl pêk hat. Her wiha şandeya diplomasiyê ya Amerîkayê jî ji nûnerê buroya serokatî ya taybet a Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê William Robak û endamê Wezareta Karên Derve yê Amarîkayê Max Martin pêk dihat.
Li gorî daxuyaniya Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her du aliyan rewşa çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî û malbatên wan ên li gel QSD`ê girtî ne, nîqaş kirine. Lê der barê detayên civînê de tu agahî nehatin parvekirin.
Her wiha di daxuyaniyê de hate tekezkirin ku divê çareseriyeke guncaw ji bo çeteyan û malbatên wan were dîtin.