Sazî û rêxistinên li Amedê, KCD, TJA, DBP, MED-TUHADFED, MEBYA-DER, PÎA û Meclisa Dayikên Aştiyê, têkildarî êrişên PDK’ê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê daxuyaniyê dan.
Sazî û rêxistinan, li Navçeya Amed, Rezan, li Buroya Piştevaniya Giştî ya DBP’ê daxuyaniyê dan.
Li ser navê sazî û rêxistinan Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk daxuyanî xwend û got; Gelê kurd di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Di vê serdema dîrokî de, hêzên navneteweyî û herêmî hewl didin ku destketiyên gelê Kurd ji holê rakin, Mixabin PDKe, demek dirêj e ku bi Tirkiyê re hevkariyê dike û piştgiriyê dide polîtîkayên AKP’ê yên li dijî gelê kurd.
Bang li PDK’ê hat kirin ku dev ji vê helwesta xwe ya berê ya ku bû sedema wêraniyê berde, bi awayeke ciddî û berpirsiyarî tevbigere.
Berdan Ozturk, bang li hemû hêzên Kurdistanê, bi taybetî gelê xwe, rewşenbîr û hunermendên xwe dikin ku ji bo parastina destketiyên gelê xwe bikaein nava tevgerê. Îro wexte sibe derneg e. Divê em hemû bi hev re, bikevin nava liv û tevgerê.
Weke li Kobanê û di meseleya Kerkûkê de jî hate dîtin, dema em bi hev re tevbigerin tu hêz nikare li ber me bisekine. Divê Kurd bi yek dilî, bi yek dengî tevbigerin û serketinê misoger bikin.
Sazî û RÊXİSTİN WÊ Sibê jî têkildarî geşedanên li Herêma Federe ya Kurdistanê, li ber deriyê sînor yê li navçeya Silopiya daxuyaniyekê bidin, s