Piştî peyamên gefxwarinê yên bi Tirkî ku li Wezîra Edaletê ya Herêma Flaman a Belçîkayê Zûhal Demîr hatin xwarin, lêpirsînê dest pê kir.

Ji ber ku gefên giran li Wezîra Hawirdorê û Edaletê ya Herêma Flaman Zûhal Demîr a bi eslê xwe Kurd e, dozgeriya Lîmboûrgê dest bi lêpirsînê kir.

Hate ragihandin ku lêpirsîn piştî mailek ji Demîr re hate şandin dest pê kir.

Hate ragihandin ku maîl weke bersiva li daxuyaniyên Zûhal Demîr ên li ser mizgeftên Diyanetê yên li Belçîkayê hate şandin.

Her wiha li ser Facebookê jî gef û heqaret lê tên kirin. Li gorî agahiyên ji aliyê dozgeriyê ve hatin parvekirin, kesê ku bi Tirkî maîl şandiye ji Demîr re gotiye, “Zane ku li ku dimîne, wê dest biavêje wê, eger bêdeng nemîne ew zane ku wê li ku bibîne.”

Piştî vê gefxwarinê, ewlekariya li dora Demîr hate xurtkirin. Her wiha mala Demîr jî kete bin parastina polîsan.

Dozgeriyê ragihand ku heta niha nikarin zêde agahiyan bidin, lê belê polîs hewl didin ku nasname û navnîşana kesê ku maîl şandiye ji Demîr re tespît bikin.

Beriya niha jî gef li Demîr hatibû xwarin. Li gorî dozgeriyê di salên 2017 û 2018’an de jî rewşeke bi vî rengî qewimî bû. Dozgeriyê destnîşan kir ku her carê wan ên ku gef xwarine mehkûm kirin û carekê cezayê girtîgehê birîne û carekê jî cezayê pereyan birîne.