Tê zanîn ku yek ji herêmên sereke yên herî zêde bikevin bi bandora guhertina avhewayê ya ji ber germahiya global, herêma li başûrê Çola Sahra ya Efrîkayê ye. Li vê herêmê ku çar ji pênc parên nifûsa parzemînê lê ye, pirsgirêka herî girîng jî ku felaketên ji ber guhertina avhewayê rû bidin zêde bibe û parzemîn ji aliyê aborî ve ji vê yekê re neamade ye.

ZIWATÎ BI GIRANÎLI EFRÎKAYÊ YE, FELAKET Z ÊDE DIBIN

Bi dewamkirina germahiyê re felaketên xwezayî yên li welatên Efrîkayê rû bidin, ji niha ve tên dîtin. Salên dawî yek ji sê bûyerên ziwatiyê yên li tevahiya cîhanê, li welatên Efrîkaya herêma Sahrayê rû dan. Li van welatan bahoz û lehgî li gorî herêmên din ên cîhanê zû zêde dibe.

Fona Pereyan a Navneteweyî (ÎMF) bal kişand ser vê rastiyê û raporek amade kir. Li gorî raporê, asta berxwedêriyê ya welatên Efrîkayê li pêşberî felaketên avhewayî ji aliyê aborî ve kêm dibe. Rapor diyar dike ku her sal bi milyonan mirov ji ber van felaketan wê bêmal bimînin û xwarin bi destê wan nekeve. Her wiha wê maliyeta aborî ji bo welatan giran bibe.

Li gorî raporê, zêdebûna bûyerên avhewayê yên li Efrîkayê wê bibe sedema zêdebûna şer û koçberiya bi rengekî girseyî. Her wiha ji ber van bûyeran wê pirsgirêkên xwarinê û tenduristiyê rû bidin. Li pêşberî Covîd-19 û şewbên din jî wê hîn bêhtir lawaz bibin û bikevin rewşeke metirsîdar.

JI NIHA VE DIVÊ ALÎKARÎ BÊ KIRIN

Li gorî raporê li gel pirsgirêkên aboriyê yên li parzemîna Efrîkayê her wiha şewba Covîd-19 jî lê zêde bûye û encamên vê yekê yên aboriyê wê giran be.

Li gorî ÎMF’ê ji bo parzemîna Efrîkayê li guhertinên avhewayê adapte bibe pêwîstî bi alîkariya malî heye û ev alîkarî jî salane ji 30 heta 50 milyar dolarî be. Li gorî fona pereyan, alîkariya bi Efrîkayê re bêkirin divê ji bo xurtkirina berxwedêriya mirovan a li pêşberî guhertina avhewayê be. Hate destnîşankirin ku bi saya vê yekê wê berxwedana li dijî şewbê û pandemiyê zêde bibe, newekhevî wê kêm bibe û di asta makro de wê aramiya aboriyê pêk were.

Di raporê de her wiha hate destnîşankirin ku alîkariya niha li parzemînê bê kirin wê ji alîkariya piştî rûdana felaketan bê kirin kêmtir be.