Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk, derbarê berxwedanên civakî ya meha Hezîranê û pêwendiya bi berxwedana Rêber Abdullah Ocalan re ji ANF’ê re nirxand.
Şerîk got; Çalakiyên girseyî yên meha Hezîranê, pêngavên şoreşgerî bûn û berxwedana Karkeran ya 15-16’ê Hezîranê û berxwedana Parka Gezî ya 28’ê Gulana 2013’an, di tevahiya meha Hezîranê de dewam kirin.
Berxwedanên mhea Hezîranê û berxwedana Rêber Abdullah Ocalan ya li Îmraliyê hevdu temam dikin. Ji ber ku berxwedana Rêber Apo di heman demê de temsîliyeta asta herî bilind ya berxwedana meha Hezîranê ye û xwedîderketina li van berxwedanan e. Temsîliyeta şehadetên di meha Hezîranê de ye. Bersiva herî bi wate ya li bîranîna wan şehîdan jî ev e.
Divê berxwedan bi vî rengî rast bêne pênasekirin û xwedîderketin. Ji ber ku ev berxwedan ji bo gelên Kurdistanê û Tirkiyê giring in.
Rejîma şerê taybet jî tenê êrişî demokrat, sosyalîst û şoreşgeran nake, êrîşî tevahiya civakan dike. Ji bo vê jî rast xwendina van berxwedanan giring e.
Şerîk dazanîn ku têkoşîna gelên Kurdistan û Tirkiyê ya li dijî rejîma şerê taybet e û got; Nuqteya esasî ya ku divê bê dîtin ev e. Divê têkiliya vê yekê ya yekser ya bi berxwedana Rêbertî ya li Îmraliyê bê dîtin jî ev e.
Eger em nikaribin têkiliya berxwedana Rêber Apo ya Îmraliyê, bi berxwedanên civakî re têkildar bikin, hingî encamên têne xwestin ji wan berxwedanan wê bi têrkerî neyê bidestxistin.
Têzanîn ku berxwedana Parka Gezî di demekê de ku berxwedana Îmraliyê hebû, rû da. Di demekê de ku li Kurdistanê têkoşîna civakî gihîşt astekê rû da.
Niha jî berxwedana Îmraliyê vê taybetmendiya xwe diparêze û di asta herî bilind de wê berxwedanê temsîl dike.
Berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê veguheriye berxwedaneke navneteweyî. Veguheriye têkoşînekê ku azadiya Rêber Apo, çareseriya pirsgirêka Kurd ji xwe re dike esas.
Li Kurdistanê heta astekê xwedîderketin heye, li Tirkiyê jî di nava hêzên demokrat şoreşger de xwedîderketinek heye.
Tê zanîn ku ev berxwedan bûne malê dîrokê û bandoreke mezin li serdema xwe kirin. Ji bo vê jî divê hem xwedî derketin hebe, hem berxwedan dewam bikin.
Rêber Apo, di nava mercên tecrîdê têkoşîna xwe didomîne. Her roj gef li ser jiyana wî heye. Lê ew fizîkî û fikrî berxwedanê dike. Berxwedana fikrî ya Rêber Apo jî, ji bo tevahiya mirovaniyê ye.
Lewma îzole kirina li ser Rêber Apo di heman demê de êrişek li ser tevahiya mirovahiyê ye.
Niha di asta navneteweyî de xwedî li berxwedana Rêber Apo tê derketin. Ev yek veguherî xwedîerketineke navneteweyî. Di nava vê xwedîderketina navneteweyî de pêngava azadî ji Rêbertî û çareserî ji pirsgirêka Kurd re bi rê ve diçe.
Ev pêngav pêngava herî bi girîng e
Çawa ku berxwedana Parka Gezî bandorê zêde kir, berxwedana Rêber Abdullah Ocalan jî, bi heman rengî derfetê dide şoreşger û demokratên Tirkiyê ku hêza xwe ya têkoşînê xurt bikin.
Ev jî tê wateya destpêkirina pêngaveke girîng ji bo rizgariya hevpar a gelên Kurdistanê û Tirkiyê.
Divê şoreşger, demokrat û hêzên sosyalîst yên Tirkiyeyî xwedî li pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re derkevin.”