Jinên Ciwan ên Têkoşer -TekoJIN, bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê konferansa xwe di 29’ê Hezîranê de, li Elmanya bajarê Kasselê pêkbînin.
TekoJIN, banga tevlîbûnê li jinan kir ku tevlî konferansê bibin û got;
Weke jinên ciwan ên li derveyî welatê xwe dimînin, em li êrişên modernîteya kapîtalîst rast tên.
Xwedî jiyaneke ji rêzê ya ji kar, dibistan yan jî zanîngehê ne.
Sîstema zayendîperest êrişî nasnameya me ya jina ciwan dike, hewl dide me ji Xwebûna xwe dûr bixîne û em ji vê re dibêjin êdî bes e.
Teko JIN diyar kir ku îdeolojiya azadiya jinê ya Rêber Apo bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li tevahiya cîhanê belav bûye.
Em bi vî ruhî û berxwedêriyê têkoşînê dewam bikin û cîhanê biguherin.
Ji ber vê yekê jî em bang li hemû jinên ciwan yên azadîxwaz dikin ku 29’ê Hezîranê tevlî konferansa me ya li Kasselê bibin.
Werin em di konferansê de bi hev re nîqaş bikin û di vê pêvajoya dîrokî de bi perspektîfeke xurt bi rola xwe rabin.