Aktivîstên Elman ku ji bo tecrîd rabe li Berlînê 3 rojan ketin greva birçîbûnê gotin, ”têkoşîna dijî tecrîdê têkoşîna me ye jî”.
Ji xwe ku xwedî li grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin 6 aktivîsên Elman heftiya bihurî ji bo 3 rojan ketibûn greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan.
Aktivîstên ku bi dirûşma ”Leyla-Têkoşîna te di dilê me de ye” li Berlîn Kreûzbergê, li konekî ku li meydana Heînrîchplatzê hatîn danîn çalakiya xwe kirin, piştî çalakiyê li dijî tecrîdê peyama têkoşînê dan. Aktivîstan bi bîr xistin, di serî de Leyla Guven, 7 hezar girtî di greva birçîbûnê de ne û gotin, ”têkoşîna wan têkoşîna me ye jî”.
Ji Aktivîsan Hannes û Krala diyar kirin ji bo ku nîşan bidin ku ew li gel çalakgerên greva birçîbûnê wan ev çalakî kirine, Klara bi dewamî got, ”Me hewceyî pê dît ku em nîşan bidin têkoşîna dijî tecrîdê têkoşîna me ye jî.”
‘ÇALAKIYA ME BI ATMOSFEREKE BAŞ BÛ’
Klara diyar kir şerê li Kurdistanê bi diyaloga bi Ocalan re dikare bisekine, dema ku wan di navbeyna 12-15’ê Nîsanê de çalakiyan xwe didiomandin wan dixwestin ku xebateke raya giştî bikin. Klara diyar kir dema çalakiyê wan tim xebatên agahdarkirinê kirin û got, ”Çalakiya me bi atmosfereke baş derbas bû. Mirovan ji me dipirsîn bê ka ew çawa dikarin alîkar bibin.”
Ji aktivîstan Hannes jî got dema çalakiyê wan dîtiye ku raya giştî ya Elman zêde hay ji berxwedana greva birçîbûnê nîn e, sedema wê jî sasonra medyaya Elman a li ser grevên birçîbûnê û li ser tecrîda li Imraliyê ye. Hannes got, ”Me hew da ku vê sansûrê bişkînin û kêm be jî, me hewl da ku têkilî grevên birçîbûnê Berlîniyan agahdar bikin.”’
BI HEZARAN BELAVOK BELAV KIRIN…
Hannes diyar kir wan têkilî grevên birçîbûnê û tecrîda li Imraliyê û têkilî rola Ocalan bi hezaran belavok belav kirin û domand, ”Mixabin ji ber dostaniya dewleta Elman û Tirkiyê zexteke zêde li ser tevgera Kurdan a vir heye, medya jî ji bo vê sansûrê datîne. Ji bo vê jî biya me raya giştî em bixwe dikarin çêbikin û têkoşîna gelê Kurd bigihînin raya giştî.”
Aktivîsan her wiha diyar kirin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê tecrîda li ser gelê Kurd e, li ser dilxwazên demokrasiyê, mafê mirovan, li ser dilxwazên azadiyê û hevgirtina enternasyonalîst e jî û divê ev hemû derdor li dijî tecrîdê têbikoşin.
Aktivîstan herî dawî gotin divê dewleta Elman ji bo grevên birçîbûnê tevbigere û medyaya Elman jî êdî divê çavê xwe veke. Aktivîsan gotin, ”Ji bo tecrîd rabe, ku ev tecrîd tê maneya binpêkirina peymanên mafê mirovan ên ku dewleta Tirk îmze kiriye, têkoşîna hevpar şert e. Em jî bi çarçoweya têkoşîna enternasyonalîst em ê li gel berxwedana dijî tecrîdê bin.”