Tecrîdkirina Rêber Apo didome. Polîtîkaya niha ya dewleta Tirk a dagirker û mêtinger diyar dike ku ew ê tecrîd hê jî bidome. Li hemberî vî tiştî nerazîbûn û protestoya gelê Kurd û dostên wan jî didome. Lê rastiyeke wisa jî heye, dema ku qala tecrîdkirina Rêber Apo tê kirin, hin şîroveyên şaş û kêm jî tên kirin. Gotinên wekî ‘girtî, dîl, mafên girtiyan’ re nêziktêdayînên wekî ‘bila zextên li ser wî bi dawî bibin’ di nav vê kategoriyê de ye.

Tişta ku divê were dîtin û fêmkirin ev e ku, divê statuya Rêber Apo were fêmkirin. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker bi xwe jî Rêber Apo naxe şûna ‘girtî û dîl’an. Ligel rastiyeke wisa mirov ji tecrîda li ser Rêber Apo re bibêje nikare bibêje ‘girtî’ û ‘dîl’. Bi bersivên wekî ‘koster xerabe ye’ û ‘hewa ne xweş e’ jî nahêlin parêzer û xizmên Rêber Apo jî biçin hevdîtina wî.

Dewleta Tirk li dijî Rêber Apo şerekî eşkere dimeşîne. Di nîqaş û hevdîtinên salên borî yên di navbera Rêber Apo û peywirdarên dewletê de jî ev tişt derketibû holê. Di hin hevdîtinan de li xwe mikur hatine ku hevdîtinên bi Rêber Apo re jî bi vê sedemê hatine qedexekirin. Ev tiştekî eşkere ye. Ji ber vê jî divê sedema ku Rêber Apo li Îmraliyê ye û statuya wî rast were nirxandin. Heke ev tişt baş neyê nirxandin û fêmkirin, ew ê hin nêziktêdayînên şaş jî derkevin holê.

Rêber Apo ji pergala têkilî û îdarî ya Îmraliyê re gotie ‘Rejîma Îmraliyê’ û bal kişandiye ser vî tiştî ku Îmrali di bin îdareya rejîma şerê taybet bi zagonên taybet tê birêvebirin. Rêber Apo bal kişandibû ser vî tiştî ku peywirdarên li wê derê jî li gorî vî tiştî tên peywirdarkirin. Ji ber vê jî mirov nikare mekanekî wisa bişibîne girtîgeheke normal.

Divê ev tişt baş were fêmkirin. Rêber Apo îradeya gelekî ye û hatiye dîlgirtin. Ji xeynî vê pênaseyê tu tişt nikare vê rewşê diyar bike. Heke ev tişt baş neyê fêmkirin, di navbera azadiya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê de têkiliyeke rast nikare were avakirin. Berevajî vî tiştî têkoşîna li dijî tecrîdê ew ê di çareseriya ‘girtî, dîl’ de were asêkirin û sînorên vê têkoşînê ew ê li gorî vî tiştî were diyarkirin. Ev jî di nava xwe de wê rê li ber rewşên şaş veke.

Bi protesto û xwepêşandanan re malbat û parêzerên Rêber Apo hevdîtin pêk anîne lê tu garantiya vî tiştî tune. Dewleta Tirkiyeyê gelek caran vê metodê pêk tîne. Di sala 2016’an de Rêber Apo bi birayê xwe Mehmet Ocalan re civiya, lê ev tişt jî ne derveyî vê rastiyê ye. Piştre dewleta Tirk destûr nedaye vê sistbûnê û dîsa dest bi tecrîdê kiriye.

Divê ji van tiştan hin encam werin bidestxistin. Gelê Kurd girêdayî Rêber Apo ye. Divê gumana tu kesî ji vî tiştî tunebe. Di heman demê de dostên gelê Kurd jî girêdayî Rêber Apo ne. Ev girêdayîn gelek caran hatiye îspatkirin. 20 sal in, em şahidên vî tiştî ne. Pirsgirêk ne ev e. Rastî ev e ku dîlbûna Rêber Apo ya li Îmraliyê tu carî neyê jibîrkirin û bi awayekî din divê neyê şîrovekirin.

Dewleta Tirk a mêtinger û qirker bi tecrîda li ser Rêber Apo re dixwaze girêdana di navbera wî û gel û Tevgera Azadî û Demokrasiyê qut bike û bandora wî kêm bike. Ev tişt gelekî zelal û eşkere ye. Lê tişta ku dixwazin bikin, ne bi tenê ev e. Li hemberî Rêber Apo şerekî psîkolojîk ê giran tê meşandin. Vî şerê psîkolojîk ne bi tenê antî propaganda ye. Rastiya Rêber Apo ji rastiya wî ya îdeolojîk, felsefî û siyasî cihê tê nirxandin û bi asteke cihê bi pirsgirêkan re dide nîqaşkirin.

Têkoşîna li dijî tecrîdkirina Rêber Apo, mirov nikare ji derveyî van tiştan binirxîne. Ya girîng ev ku divê neyê jibîrkirin ku tişta ku li Îmraliyê hatiye girtin, di heman demê de rastiya gelê Kurd e. Dema ku Rêber Apo hatibû tecrîdkirin li Kurdistanê ‘Plana çokdanînê’ê dihate kirin û ev plan bi polîtîkaya qirkirinê dihat kirin. Ev jî diyar dike ku têkoşîna li dijî tecrîdkirina Rêber Apo ji têkoşîna azadiya Kurdistanê ne cihê ye û mirov nikare ji hev cihê binirxîne.

CEMAL ŞERÎK