Cîgirê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî ji ANF’ê re axivî û bang li mûxalefeta civakî kir ku bertekên xwe nîşan bikin.

Temellî got; Desthilatdariyê dev ji kurmê xwe bernedaye. Xuya dike ku encamên hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê jî rast naxwînin û fêhmnekirine. Li Curnê Reşê jî, roja Yekşemê di hilbijartinan de encameke pir serketî derket holê. Vê jîû careke din destnîşan kir ku zîhniyeta qirêj têkçûye.

Temellî dazanîn ku zihniyeta qirêj rêzê ji îradeya gel re nagire. .Ji bo ku li ser desthilatdariyê bimînin dixwazin zîhniyeta qeyûm û kûmpasê bidomînin. Tişta ku li Colemêrgê diqewime jîm siyaseta kûmpasê ye, darbeyek siyasî ye.

Sezaî Temellî bang li mûxalefetên civakî kir ku berteka xwe nîşan bidin û got; Ev rewş nenaskirina hiqûq e û li dijî îradeya gel derketin e. Ev dijminatiya civakê ye. Em ji pêkanîna tecrîdê dizanin ku dijminên civakê çi anîn serê vî welatî. Bi taybet em ji tecrîda mutleq ku hema hema 40 meh in didome, dizanin. Em ji biryarên Doza Kûmpasê ya Kobanê dizanin.

Qebûlkirina vê yekê ne pêkan e. Em bang li hemû mûxalefetên siyasî û civakî ya li Tirkiyê dikin ku piştevanî û îradeyeke xurt nîşan bidin. Ev bi tenê tayînkirina qeyûmê li şaredariyeke, dagirkirin û desterserkirina şaredariya DEM Partî re sînordar nîne. XEspa îradeya hemû gelên li Tirkiyê ye.