Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî bang li gel kir ku dengê xwe bide, xwedî li sindoqan derkeve û got, ew ê teqez bi ser bikevin.
Ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tenê çend roj man. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li ser rewşa dawî ya karên xwe yên hilbijartinê axivî û bang li gel kir ku dengê xwe bide û xwedî li sindoqan derkeve.
Ji bo hilbijartinê çend roj man, bi taybetî li deverên ku qeyûm lê hatine bicihkirin rewşa HDP’ê çawa ye?
Di kampanya xwe ya hilbijartinê de, hem li deverên ku qeyûm lê hatine bicihkirin hem jî li deverên din me dît ku gelê me gelekî bi coş û bi biryar e. Gelê me bi biryardariyeke mezin xwe ji bo vê hilbijartinê amade dike, ji ber ku li dijî tecrîdê, li dijî desteserkirina vîna xwe û li dijî şer xwedî hêrs û nerazîbûneke mezin e. Wê vê hêrs û nerazîbûna xwe bike deng û xwedî li sindoqan derkeve.
Wezîrê Karên Hundir Soylû hema bêjin her roj gefan dixwe, herî dawî got ku wê endamên meclîsa bajêr jî ji wezîfeyê bigire. Der barê van daxuyaniyan de hûn çi dibêjin?
Desthilatdarî, desteya wezîran bi taybetî jî wezîrê karên hundir, ji ber ku vê biryardariyê dibîne her gefan dixwin. Her roj zext û tundiyê zêde dike. Lê çi dikin bila bikin, tiştekî bi dest naxin. Mîna 24’ê Hezîranê em ê xwedî li dengê xwe û sindoqan derkevin. Gelê me çawa ku 24’ê Hezîranê li ser sindoqan ma û benda hilbijartinê ji holê rakir, îro jî wê şaredariyên ku ji dest hatine girtin teqez bi dest bixe.
Stratejiya HDP’ê ya di hilbijartinê de gelekî girîng e. Ji bo xwedîderketina li sindoqan hûn dixwazin çi ji dengdêrên HDP’ê re bêjin?
Stratejiya ku em di vê hilbijartinê de pêk tînin gelekî girîng û serketî ye. Alternatîfeke girîng ji bo demokrasiyê pêşkêşî Tirkiyeyê kiriye. Hêzên demokrasiyê, jin, ciwan û kedkar hemû li dora vê alternatîfê li hev civiyane. Çawa ku em ê qeyûman biqewirînin, li her devera Tirkiyeyê jî em ê bloka faşîst a AKP-MHP’ê bi hev re qels bikin. Ji ber vê yekê gelekî girîng e ku mirov biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Wekî din, ji aliyê amadekariyên ji bo ewlekariya sindoqan ve em li pêşiya partiyan hemûyane. Berpirsyarên me yên li ber sindoqan û yên li dibistanan hatine diyarkirin. Hema bêjin xebatên me yên ji bo muşahîdan jî temam dibin. Dikarim bêjim ku em gihîştine hedefa xwe. Di vê mijarê de me bang li partiyên din ên mûxalefetê kir. Gelekî girîng e ku xwedî li sindoqan bê derketin, bi taybetî li herêmê. Em ê hem li her deverê dengê xwe bidin, hem jî sindoqan biparêzin.