Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî got: “Hevdîtina bi Ocalan re wê hem ji bo Tirkiyeyê û hem jî ji bo Sûriyeyê çareseriyek pêkan bîne.” Temelî anî ziman ku Tirkiye sivîlan qetil dike û nefesê dide ber DAÎŞ’ê.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî di civîna koma partiya xwe de axivî.
Temellî, bal kişand ser peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şerê 10 rojan ê Tirkiyeyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Birêz Ocalan, hişyar kiribû û gotibû ‘Nekekevin kemîna şerê Tirk û Kurdan.’ Hem Tirkiye û hem û hemû hêzên herêmê hişyar kiribû. Em jî dibêjin yê vê lîstikê xera bikin gelê Kurd û Tirk in. Hevdîtina bi Ocalan re wê hem ji bo Tirkiyeyê û hem jî ji bo Sûriyeyê çareseriyek pêkan bîne.Em wê vîna jiyana hevpar ava bikin. Li gel hemû zextên şer ên didomin em wê li ser vê axê li dijî şer aştiyê ava bikin. Em wê têkoşîna aştiyê ava bikin.”
Temellî, anî ziman ku şer sedema hebûna desthilatê ye û wiha axivî: “Pirsgirêka desthilatê ya bekayê heye. Ji ber vê yekê 5 sal in li ser vê axê şer geş dike û di şer de israr dike. Ji bo desthilata xwe li Rojhilata Navîn di polîtîkayên şer de israr dike.”
Temellî, bal kişand ser encama şerê 10 rojan û hebûna DAÎŞ’ê û wiha got: “Em di bîlancoya şerê 10 rojan de zilmê dibînin. Hûn sûcdarê şer dibînin. Balafirên şer ne tenê bajar, mirov jî qetil kirin. Divê hemû hêzên biyanî yên li Sûriyeyê demek berî demekê paşve bikişînin. Îro li Sûriyeyê rastiya DAÎŞ’ê heye. Divê qada navneteweyî çareseriyê ava bike. Ger ku di qada demokratîk de çareseriyê pêş nexin wê DAÎŞ’ê li pêşberî xwe bibînin. Niha 850 endamên DAÎŞ’ê li Sûriyeye winda bûn. Li ku ne nayê zanîn DAÎŞ’iyan di sala 2018’an de stratejiya sebrê xistin meriyetê. Pir sebir nekirin. Salek şûnde dîsa nefesê distînin. Dest bi êrîşan kirin. Bi xêra vê siyaseta îktîdarê DAIŞ ji nûve bi ruh dibe û nefesê distîne. Hûn nikarin li hemberî kesên li Kobanê DAIŞ rawestandin vê nankoriyê bikin. Li Tirkiyeyê sorkirina şer serbest e, lê daxwaza aştiyê qedexe ye. Dîsa hevşaredar destgîr kirin. Qeyûm tayînî şaredaran kirin. Ev pêkanînên wan li gorî qanûna bingehîn sûc e. Niha bi tayînkirina qeyûn sûcê binpêkirina destûra bingehîn dikin. Tayînkirina qeyûm sûc e.”
Temellî, bertek nîşanî binçavkirin û girtina hevşaredaran da û wiha pêde çû: “Çima hevşaredarên me binçav dikin û digirin. Çima endamên meclîsa me digirin. Tu delîl û sûcê di derbarê wan de tune ye. Tev li ser şahidê nepen tên girtin.” Temellî wêneyê şahidê nepen ku ji siya mirov hatiye xêzkirin jî nîşan da û wiha lê zêde kir: “Me şahidê nepe dît. ‘Wêne nîşan da’. Şahidê nepen ev e. Siya mirov e.”
Temellî destnîşan kir ku wê vê hefteyê 3 rojan tevlî xebatên meclîsê nebin û 3 rojan li Amedê bin û wiha got: “Em wê 3 rojan li Amedê bin. Em meclîsê hişyar dikin. Wekîlên li meclîsê li şûna li aştiyê xwedî derkevin li şer xwedî derdikevin. Li şûna li vîna gel xwedî derkevin li qeyûman xwedî derdikevin. Werin em hiqûqa meclîsê bidin xebitandin. Werin li şûna tezkereyê em guh bidin dengê aştiyê. Li şûna qeyûman em demokrasiya herêmî pêş bixin. Ev rejîm xerabiyek pir nebaş bi Tirkiyeye dike. Em carek din wekîlên li meclîsê hişyar dikin. Em dixwazin di serî de li vîna gel xwedi derkevin. Em dixwazin li mafê mazluman xwedî derkevin. Em wê 3 rojan li Amedê bin. Em wê bibin Selçuk Mızrakli, Ahmet Turk û Bedia Ozgokçe.