Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî got, ”Tecrîdê sinorê Îmraliyê derbas kiriye û tevahiya civaka Tirkiyeyê dibin tecrîdê de ye. Divê ev tecrîd bê şikandin”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku pir aşkere û zelal e ku navnîşana çareseriya pirsgirêka Kurd Îmralî û rêzdar Ocalan e. Temelî li ser hilbijartinên herêmî ji axivî û got: “Di 31’ê Adarê de tifaqa AKP-MHP’ê wê hilweşe. Em ê civakê ji hişmendiya qeyûman û welat jî ji şermê rizgar bikin.”
Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve parêzer nikarin bi muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê çêbikin. Malbat jî ji 6’ê Cotmeha 2014’an ji bo hevdîtinê gelek caran serlêdan pêk anîn, lê belê ji van tenê du caran bersiv hat dayîn; malbat di 11’ê Îlona 2016’an û herî dawî jî di 12’ê Çileya 2019’an de bi Ocalan re hevdîtin pêk anî. Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin ji 8’ê Mijdara 2018’an ve didome.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31’ê Adarê ji bersiv da pirsên ANF’ê.
‘MUXATAB OCALAN E’
Temellî anî ziman ku tecrîda girankirî ya li ser Ocalan nîşaneya bê hiqûqiya Tirkiyeyê ye û da zanîn ku Tirkiye demek dirêj e ji hiqûqê dûrketiye, hiqûq û qanûnên xwe binpê dike û binpêkirinên mafên mirovan di asta jor de ye. Temelî got, divê bêqanûniya li Tirkiyeyê ji holê rabe û wiha axivî: “Tecrîd yek ji çavkaniya sereke ya bêhiqûqiya Tirkiyeyê ye. Pirsgirêka herî girîng ya Tirkiyê pirsgirêka Kurd e. Muxatafê pirsgirêka Kurd jî rêzdar Ocalan e. Eger pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin tu pirsgirêkên din jî nayê çareser kirin. Her wiha pirsgirêk neyê çareserkirin pirsgirêkên girantir bi xwe re tîne holê. Ji bo vê yekê divê çareserkirina pirsgirêka Kurd kar û xebata yekemîn be. Çareserkirina pirsgirêka Kurd gava demokrasiyê ya çareserkirina pirsgirêkên din e. Ji bo ku tu pirsgirêk neyê çareserkirin tecrîdê bi awayê bê hiqûqî giran dikin. Tecrîdê sinorê Îmraliyê derbas kiriye û tevahiya civaka Tirkiyeyê dibin tecrîdê de ye. Divê ev tecrîd bê şikandin. Daxwazek ji derveyî hiqûqê di holê de tuneye, hemû daxwaz di çarçoveya hiqûqê de ne. Tirkiye rêgezên navdewletî binpê dike, rêgezên ku li welatên din dikevin dewrê Tirkiye pêk nayne û sînor derbaz dike.”
‘BIRYARÊN KONSEYA EWROPA Û CPT DIRÛTI YE’
Temelli bêdengiya CPT ya li hemberî Îmraliyê jî nirxand û wiha pê de çû: “Ne li Tirkiyê tenê em rastî bêhiqûqiyê tên, di navneteweyî de jî em rastî bêhiqûqî û bêedaletê tên. Li Tirkiyê hemû rêyên hiqûqê hatine girtin û xitimandin. Daraz bê alîbûna xwe winda kiriye û dadgeha ji dewrê derketiye. Me ji bo hiqûqa navdewletî îmza avêtiye û bendewariyên me ji hiqûqa navneteweyî heye. Sazî û dezgehên girêdayî Meclîsa Parlamenteran a Ewropayê hene divê ev sazî bikevine dewrê û pewyîra xwe bicih binin. Li gelek welatan Meclîsa Parlamenteran a Ewropayê dikevin dewrê, lê belê gelek balkêş e dema mijar Tirkiye be ev yek berevajî dibe û li hemberî Tirkiyeyê bêdengiya xwe diparêzin. Biryarên Konseya Ewropa û CPT dirûtî ye. Divê demildest dest ji vê dirûtiyê berdin û li peywîra we vegerin.”
‘LEYLA GUVEN BI DENG Û VÎNA XWE QÎRÎNEK PIR MEZIN E’
Temellî ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê Leyla Guvenê jî got: “Divê êdî qîrîniya Leyla Guvenê bê bihîstin. Leyla Guven bi beden û vîna xwe qîrîneke pir mezin e û ne pêkan e mirov vê qîrîniyê nebihîse. Di roja 105’an de ez çûm serdana Leyla Guven îro jî çalakiya wê di roja 108’an de ye û êdî ketiye asta krîtîk. Em naxwazin tu hevalên me yên di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvgerde ne jiyana xwe ji dest bidin. Ji niha de nexweşiyên giran bi hevalên me re çêbûne. Ez dîsan û carek din weke her demê, çiqas ez biaxivim û van gotinan rêz dikim, ji bo ku çalakiyên greva birçîbûnê bidawî bibin ez bang li Wezîrê Dadê dikim, tecrîdê rakin. Bê hiqûqiya we wê bibe sedama mirov jiyana xwe ji dest bidin. Hûn nikarin çavê xwe li hemberî vê qîrînî bigrin. Dengê Leyla Guven li tevahiya dinyayê belav bûye. Bi Leyla Guven re bi heman armancê 317 girtî di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Daxwazên wan edelet û demokrasiye. Ev yek nedîtin binpêkirina mafê mirovan e û sûç e. Em we vedixwînin hiqûqê. Divê direng neyê mayîn, her saet û kêlî em direng dimînin. Êdî ne roj, saet û kêlî girîng in.Werin daxilî vê mijarê bibin û dawî li polîtîkaya tecrîdkirinê ya dewletê bînin.”
‘CIVAKÊ PARÇE NEKIN’
Temellî li ser hilbijartina herêmî jî nirxandin kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye di rewşek gelek xirab û bê ewlehî diçe hilbijartinên herêmî. Ev hilbijartin ji hilbijartinên berê gelek xerabtir e. Deshilatdar dema rewa bûna xwe winda dike serî li hemû rê û rêbazan dide. Senaryoya xwe li gel dide ferzkirin. Bi hêzên ewlehiyê derdora hilbijartin û sindoqan terorê didin meşandin. Tenê ji bo ku gel xwe negihîne sindoqan, sindoqan direvînin, hilbijêrên xeyalî dinivîsin û qeydên welatiyan jê dibin. Desteya Bilind ya Hilbijartinê saziyek fermî ya dewletê û divê girêdayî qanûna be, lê mixabin qanûnan binpê dike. Li gel van hemû rageşiyan desthilat sibê heta êvarî bi dijminî êrîşî HDP’ê dike, bi gotinên kîn û mirovan li hemberî HDP’ê sor dike. Dîsan bi van gotin mirovan ji hev cuda dike û bi vî şeklî dixwaze biçe hilbijartinê. Ez herdemê vê gotinê dibêjim, dema ku hûn welatekê parçe bikin, hûn destpêkê civakê parçe dikin. Vê civakê ji hev qut nekin. Destpêkê gelê Kurd xwedî li dahatûya Tirkiyeyê derketiye. Gelê Kurd weke dijmin nîşan nedin û Tirkiyê parçe nekin.”
‘HDP PARTIYA TEVAHIYA GELÊN TIRKIYÊ YE’
Temellî di berdewama axaftina xwe de got, HDP partiyek ya gelên Tirkiyê ye û ev tişt got: “Deshilat herdemê HDP’ê tewanbar dike ku ne partiya Tirkiyeyê ye. Lê belê ji her kesê zêdetir HDP xwedî li nirxê vî welatî derdikeve. HDP partiya tevahiya gelên Tirkiyeyê ye. HDP barê demokrasî û aştiya vî welatî girtiye li ser milê xwe. Pêdiviya destpêkê ya Tirkiyeyê aştî, hiqûq, edalet û demokrasi ye. Dîsan pirsgirêkên din yê sereke bêkarî, pirsgirêka jin, kuştina jinan, qedexeya grev û çalakiyan, dema ku mirov lê dinêre pirsgirêk li pey hev dibin rêz. HDP xwedî li van tevan derdikeve. Eger hûn bixwazin van pirsgirêkan çareser bikin divê li herderê û bi heman hişmendiyê hûn xwedî derkevin. Desthilat çi dike? HDP’ê sûçdar dike û civakê ji hev qut dike. Minak, cudakirina Tirk û Kurdan, cudakirin elewî û sûniyan, cudahiya biyanî û xwecihî yan. Deshilat herdemê cudahiyê dixe nava gelan û baweriyan. Bi rêya dijminahî, êrîşkirin û dubendiyê dixwaze xwe li ser lingan bigre. Li hemberî vê banga demokrasî û xwedîderketinê em xwe ji bo hilbijartinê amade dikin.”
‘DÊ TIFAQA AKP-MHP’Ê WINDA BIKE’
Temellî derbirî ku di 31’ê Adarê de wê tifaqa AKP-MHP’ê winda bike û got: “Di 31’ê Adarê de em ê her kesê ji hişmendiya qeyûman rizgar bikin. Tenê ne li cihên qeyûm hatine tayîn kirin, em ê li gel van, li cihên din jî werin li ser desthilatê û demokrasiya herêmî ava bikin. Li cihên ku em bi tena serê xwe nayên desthilatê jî ji bo ku AKP winda bike, me biloqa demokrasiyê ava kir. Me rêyek nîşanî civakê da. Em ê civakê ji hişmendiya yek kesî xelas bikin.”
‘DESHILATDARIYÊ REWABÛNA XWE WINDA KIRIYE’
Temelî di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser gefên Serokomarê Tirk Erdogan û Wezîrê Karê Navxwe yê Tirk Suleyman Soylu û wiha got: “Bersiva pirsa, divê siyasetmedarek çi bike? Çi neke? Bersiva vê di axaftina Erdogan û Soylu de derdikeve holê. Divê siyasetmedarek çi bike? Divê siyasetmedar ji bo aştiya cemaweriyê bixebite. Divê siyasetmedar bibin mîmarê aştiya cemawerî. Divê her aliyê civakê himbêz bike û koka ji hev veqetandinê bi kole. Divê gotinên kîn û dijminatiyê negre li ser zimanê xwe. Wê demê dê aştî û demokrasî were Tirkiyeyê. Lê belê divê serdemê de serokomar û wezîr kî devê xwe vedike êrîşî HDP’ê dike. Çima? Ji ber ku nikarin siyasetê biafirînin. Dema ku mirov nikare siyasetê biafirîne, wê demê tişta ku hûn ji bo civakê bikin tuneye. Pêdiviya civakê bi aştî, aramî, hiqûq, edelat û wekheviyê heye. Deshilatdariyê rewabûna xwe winda kiriye.”