Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî got, ”Muxatabê çareseriya pirsa Kurd Rêzdar Ocalan e” û lê zêde kir, ”Tecrîd ew e ku mirov ji muxatabiyê bêpar bimîne û ji bo vê jî konsepta şer sazkar dike”.
Hevserokê HDP’ê Sezaî Temelî got wan ji dewletê re ev gotin: ”Muzakere bi muxatabên wan re dibe. Bi muxatab re mirov li ser masê rûdinê..Heke mirov ber bi masê ve were çareserî, li şûna masê dema ku mirov bikeve ber mesafeya top-bombeyan şer çêdibe. Bila mirov li pêşberî hev rûne û muzakere bike. Pêvajoyên muzakereyan dirêj dibin, kin dibin lê dema ku mirov lê raweste aştî tê.”
Temellî li ser tecrîdê, dijwariya aştiyê û li ser pêkaniya pêvajoyeke dî ya muzakereyê û rola beşên civakî bersiv da pirsên me.
RAWESTÎNA LI ŞER A KU XWE DISPÊRÊ DIJMINATIYA KURDAN
Temellî got bi hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di navbeyna salên 2010-2013’an de geşedanên girîng çêbûne, lê AKP û beşek ji civkaê xweî li aştiyê derneketine û domand, ”Di rewşeke wiha de ku me digot pêvajoya aştiyê ji bo Tirkiyê û Rojhilata Navîn çendî girîg e, hinan ‘Plana Têkşikandinê” çêdikirin û îro Tirkiyê berdêla vê dide”. Temellî bi berdewamî diyar kir li gel AKPê hin avaniyê ku bi însîyatîv nerabûn jî ji vê berpirs in. Temellî diyar kir ku ew ji hêla wijdanî ve rehet in lê ji ber ku wan ev nebirine serî xemgî in, ew têkoşîna aştiyê didomînin lê dewlet dev ji şerê dijî Kurdan neqeriyaye.
FAŞÎZM LI SER ŞER AVA DIBE
Temellî diyar kir bi rêveberina fikra çêkirî ya li ser ‘bekaya dewletê” mêjiyê mirovan êsîr hatiye girtin, fikirandina azad hatiye bloke kirin û domand, ”Bûye sûc ku mirov li dijî şer be. Ev rejîma otorîter e, sazûmanbûna faşîzmê ye. Faşîzm her demê li ser şer xwe ava kiriye. Polîs gel terorîze dike, daraz bûye amûreke desthilatê û ketiye ber nîrê wê. Ev mekanîzmaya şerê giştî ye. Rawesta li dijî faşîzmê alîgiriya aştiyê û dijberiya şer e. Tirkiye ev ev navbera rê ya salên 2013-2015’an ji dest berda lê dîsa dikare bikeve vê rêyê. Aştî bi diyalog û muzakereyê, bi çareseriya demokratîk dibe. Têkoşîna dijî vê desthilatê vîna vegera li wê fetlonekê ye.”
DIVÊ JEOPOLÎTÎKA KURDAN WERE NASKIRIN
Temellî diyar kir ku Kurd li Rojhilata Navîn belav bûne, li jeopolîtikeke berfireh serwer bûne, bal kişande ser vê û domand, ”Li şûna vê bi hişmendiya yek ren şer ne tenê li gelên Tirkiyê her wiha li gelên Rojhilata Navîn jî tê ferzkirin. Dema 2013-2015’an me dît çepa Tirk, beşên demokratîk ên Tirkiê bi perspektîveke berfireh lê nenerîn. Tenê gotin, ‘bila aramî were’. Çareseriya demokratîk tenê bi rojavayê Tirkiyê re ne têkildar e. Li vir ketin rewşeke du alî. Ji bo ev aramî mayinde bibe ev bi welatê hevpar, bi komara demokratîk, li ser hîmê welatiyê wekhev, bi gavên demokrasiya xwecih pêkan e. Dema ku ev nebin, pêşdarazî, pevçûn, gotinên dijminane, şerê psîkolojîk, gotinên kîn û nefretê van derdoran ber bi sînorên wan ve tehf dide. Pirsa hevpar a me hemûyan pirsa Kurd e. Pirsa Kurd ne ya Kurdan e, pirsa vê desthilatdariyê ye ku pê xwe ava dike. Ji bo ku ev pirs were çareserkirin divê mirov ji vê hişmendiya desthilatê xwe xilas bike.”
HEMÛ PIRSGIRÊ XWE DISPÊRIN PIRSA KURD
Temellî her wiha bal kişande ser rewşa aborî ya Tirkiyê, ”Gund û bajar hatin hilweşandin şewitandin. Li Tirkiyê bi sedan mirov bi koçberî dijîn. Li gritîgehan bi deh hezaran mirov hene. Polîtîkayeke şer a domdar. Ev hemû pirsgirêkên avaniyê ne û xwe dispêrin pirsa Kurd. Sedema derengketina çareseriya pirsa Kurd AKP ye. Kengî nêzî çareseriyê bû pişta xwe zîvirrand û dahatuya gelan beredayî qedadn. Ev guneheke giran e. ”
TECRÎD EW E KU MIROV JI MUXATABIYÊ BÊPAR BIMÎNE
Temellî got ‘muxatabê çareseriya pirsa Kurd Rêzdar Ocalan ” û domand, ”Muzakere bi muxatabên wan re dibe. Bi muxatab re mirov li ser masê rûdinê..Heke mirov ber bi masê ve were çareserî, li şûna masê dema ku mirov bikeve ber mesafeya top-bombeyan şer çêdibe. Bila mirov li pêşberî hev rûne û muzakere bike. Pêvajoyên muzakereyan dirêj dibin, kin dibin lê dema ku mirov lê raweste aştî tê”.
MESELE NE TENÊ ŞAREDARÎ YE
Temellî bi bîr xist ku 96 şaredariyên DBP’ê bi qeyûman hatine dagirkirin û got, ”Rêveberiya xwecih ne tenê ew e ku şaredarî têkevin dest mirov. Armanc ew e ku vîna gel li xwecih mirov bîne ser desthilatê. Em ê hişmendiya pirreng, demokratîk bînin desthilatê. Ev ji xwecihiyê jî wêdetir, ji bo çareseriya hemû pirsên welêt wê bibe gaveke mezin. Em ê ji vê desthilata yek reng xilas bibin.”