Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî berxwedana Leyla Guven silav kir û li ser hilbijartinên xwecihî peyam da. Temellî got, “Dem dema paqijiyê ye, em ê ji vê desthilatdariyê rizgar bibin.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di civîna koma partiya xwe de ya li parlamentê axivî.
Temellî bal kişand ser kongreya ciwanan a li Amedê û got, “Ciwanên ku li Amedê salon hejandin, wê di demeke nêz de Tirkiyeyê jî bihejînin.”
Temellî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya ji bo berdana Demîrtaş bi bîr xist û diyar kir, ev biryar ji bo Tirkiyeyê dersa hiqûqê ye. Temellî got, “Divê Demîrtaş û hemû hevrêyên me tavilê bên berdan.”
SILAV DA GUVEN
Temellî di dewama axaftina xwe de greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven silav kir û 20 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye.
Temellî got, “Îro li hemû girtîgehên Tirkiyeyê greva birçîbûnê dest pê dike. Çima? Ji ber ku li vî welatî tecrîd heye, ji bo tecrîd biqede… Tecrîdkirina Birêz Ocalan tecrîdkirina Tirkiyeyê ye. Yên ku Birêz Ocalan tecrîd dikin, aştî û demokrasiyê tecrîd dikin. Lewma hevrêyên me yên di greva birçîbûnê de ne bang li tevahiya Tirkiyeyê û cîhanê dikin. Vê tecrîdê biqedînin û rêya aştî û demokrasiyê li Tirkiyeyê vekin. Banga me bi vî rengî ye. Gelên Tirkiyeyê wê ji niha û pê ve jî destekê bide vê têkoşînê. Wê bi xemsarî tevnegerin û em bawerin ku wê di demeke nêz de tecrîd biqede.”
Temellî di dewama axaftina xwe de peyama ku Leyla Guven ji wan re şand, xwend.
Temellî wekî din Tahîr Elçî yê ji aliyê hêzên dewletê ve hate kuştin bi bîr anî.
Temellî her wiha bal kişand ser şîdeta polîsan a ku Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê li Taksîmê li jinan hate kirin û got, “Li Tirkiyeyê her roj tundî heye. Serokkomar radibe tundiya li Fransayê şermezar dike.”
‘DEM DEMA PAQIJIYÊ YE’
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di dewama axaftina xwe de hilbijartinên xwecihî yên Adara 2019’an nirxand û diyar kir, AKP dike nake nikare namzetan bibîne, lewma qeyûm û burokratan namzet nîşan dide.
Temellî got, “Em ê namzetên gelan, kedkaran û jinan bikin namzetên hevşaredariyan” û wiha dewam kir:
“Dem dema paqijiyê ye. Em ê Tirkiyeyê ji van rizgar bikin. Destpêkê em ê li rêveberiyên xwecihî bibin desthilatdar, piştre jî li ser bingeha welatiyên azad Komara Demokratîk pêk bînin û bi hev re dest bi veguherînê bikin. Bila kes ji vê yekê nekeve nava gumanan.”
Temellî got, “Eger em li qada xwecihî bi ser bikevin, wê pêşî li aştiyê vebe.”