RIHA – Malbatên ji bo zarok û xizmên xwe yên di greva birçîbûnê de li Rihayê dest bi çalakiya nobetê kirin, gotin: “Bila tecrîd bi dawî bibe, aştî çêbibe.” Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya bi hezaran girtiyî ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan destpêkirin didome. Her wiha ji duh ve jî 15 girtiyî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguherandina ‘rojiya mirinê.”  Li Pirsûs a Rihayê çalakiya nobetê ya malbatên zarok û xizmên wan di greva birçîbûnê de ne jî ji 27’ê Nîsanê ve didome. Malbatan bi dirûşmeya “daxwaza zarokên me daxwaza me ye” li avahiya HDP’ê ya Pirsûsê dest bi çalakiya nobetê kirin, xwestin rojek berî rojekê etcrîd bi dawî bibe.  Yek ji çalakgeran Naîme Ercan ku kurê wê Alî Ercan ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku rewşa kurê wê nebaş e û got: “Lê belê rewşa kesên 4 meh û nîv in di greva birçîbûnê de ye xirabtir e. Pir zihîf bûne. Zarokên me di şert û mercên nebaş ên girtîgehê de di greva birçîbûnê de ne. Êdî bes e, ne heyfa me. em aştiyê dixwazin, em rihetiya zarokên xwe dixwazin. Ev qas mirov di greva birçîbûnê de ne, lê belê li hember me hikûmeteke bêwijdan heye.”  ‘EM JÎ DI NAV VÎ AGIRÎ DE NE’  Ayşe Çevîk ku biraziyê wê Nîhat Ekmez ji 26’ê Kanûna 2018’an ve li Girtîgeha Jimare T2 a Şakran a Îzmîrê di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku daxwaza çalakgeran daxwazeke mirovî ye û got: “Leyla Guven, nêzî 6 meh in di greva birçîbûnê de ye. Ne ji bo xwe, ji bo tevahiya mriovahiyê di greva birçîbûnê de ye. Biraziyê min jî 4 meh in di greva birçîbûnê de ye. Bila êdî dawî li tecrîdkirina Ocalan û tecrîdkirina gelê kurd bê. Biraziyê min 15 kîlo dane. Ev zilm e, em jî di nav vî agirî de ne. Daxwaza 7 hezar girtiyên di greva birçîbûnê de bidawîbûna tecrîdê û çêbûna aştiyê ye. Ev daxwaza me ye jî.”  JI BO HEVALÊN ZAROKÊ XWE NOBETÊ DIGIRE  Cahîde Ozkan, xaltîka Abdûllah Yagmûr ku li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, xwest dewlet gavina bavêje.  Adîle Samûr ku di têkoşîna azadiyê de 3 zarokên wê jiyana xwe ji dest dane, diyar kir ku ew ji bo hevalên zarokên xwe nobetê digire û got: “Bila êdî xwîn neherike. Bila girtî bên berdan û azad bibin. Em dixwazin ev zilm biqede, tecrîd bi dawî bibe û aştî çêbibe.”  Parve bike: