Polîsên Tirk li Edene û Meletiyê terora destgîrkirinê kir. Li her du bajaran 8 kes hatin destgîrkirin.
Li Edene û Meletiyê polîsan bi ser gelek malan de girt û 8 kes destgîr kir.
EDENE
Polîsan li Edene û Meletiyê li ser fermana Dozgerê Komarê yê Edeneyê bi ser gelek malan de girt û 8 kes destgîr kir. Polîsan li Taxa Selahattin Eyyubî ya navçeya Yuregir a Edeneyê bi ser malbata Ferhat Sezgin de girt û ew destgîr kir. Polîsan gelek pirtûkên wî desteser kirin û Sezgîn birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê.
MELETÎ
Polîsan li Meletiyê jî bi ser gelek malan de girt û Hevseroka ESP’ê ya Meletiyê ya berê Ayşe Işik, Rêvebera Komeleya Çanda Pîr Sûltan Abdal (PSKD) Sayime Tuncel, Hatice Zengin û namzeta parlamentera HDP’ê ya berê Betul Kurnaz Kiliç û endamên HDP’ê Gulê Dogan, Reyhan Bakır û Hatûn Aydin destgîr kir.