Wezareta Karê Navxwe ya Tûnisê ragihand jina teorîst ku ji hêla Tirkiyê ve hatiye perwerdekirin piştî ku li Serdozgeriya Komarê îfadeya wê hatiye standin, hatiye destgîrkirin.

Di daxuyaniya wezaretê de tê diyarkirin jina terorîst 22 salî ye û li derveyî Tûnisê hatiye perwedekirin. Di daxuyaniya wezaretê de tê diyarkirin jina terorîst herêmên turîstik kiriye hedef û armanc kiriye ku li êrîşa xwekujî li herêmên turistîk bike lê 10’ê Çile li balafirxaneya Tûnisê dema ku terorîst ji Tirkiyê vedigeriya hatiye astengkirin. 

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin terorîsta 22 salî li xwe mikur hatiye ku beriya ku ew biçe Sûriyê li Tirkiyê bûye û li wir tevlî nav komên terorîst dibe, ji bo ku êrîşa terorî li Tûnisê pêk bîne hatiye perwerdekirin.