Hêzên dewleta Tirk a dagirker û terorîstên wê yên ku li Efrînê di barbariyan de sînoran  nas nakin, niha jî êrîşî gorên pêşengên kurd dikin. Hat zanîn ku terorîstên dewleta tirk li Efrînê êrîşî gora Dr. Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî kirine. Çavkaniyan got ku hestiyên Dêrsimî û hevjîna wî ji gorê hatine derxistin

Artêşa tirk û terorîstên wê yên DAIŞ, El Nusra, El Qaîde, Ehrar El Şam û OSO’yê li Efrînê barbariya xwe berdewam dikin. Hêzên dagirker ên ku li Efrînê hemû cureyên hovîtiyê li ser gel dimeşînin, niha jî çav berdan miriyan. Li gorî nûçeya ANHA’yê, hêzên artêşa tirk a dagirker û terorîstên wê gora Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî ya li Goristana Henan a Şera ya Efrînê vala kir.

Hêzên dagirker ên ku destdirêjiya her tiştên li Efrînê dikin, piştî ku gelek herêmên dîrokî rûxandin û berhemên dîrokî dizîn, niha jî êrîşî gorên gelê kurd dikin. Herî dawî jî terorîstên dewleta tirk li Goristana Henan a Şeraya Efrînê gora yek ji pêşengên gelê kurd nemir Dr. Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî û gelek kesayetên welatparêz û oldar ji hestiyên wan vala kirin.

Kevintirîn goristana li Efrînê

Goristana Henan yek ji kevintirîn goristanên li Efrînê ye. Li vê goristanê gelek kesayetên welatparêz, oldar û kesayetên dîrokî yên kurd hatine veşartin. Nûrî Dêrsimî jî di sala 1894’an de li gundê Axzûnîk a girêdayî Dêrsimê ji dayik bû. Bavê wî Îbrahîm e û dayika wî Zelîxa ye. Dêrsimî ji girêdayî eşîra Miliyan e. Dêrsimî ji ciwantiya xwe ve beşdarî nav kar û xebatên siyasî bû û Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê bi hin hevrêyên xwe yên dibistana amadeyî ava kir.

Nûrî Dêrsimî

Dr. Nûrî Dêrsimî di sala 1973’yan de li Efrînê jiyana xwe ji dest da û di sala 1994’an de jî hevjîna wî Ferîde jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Dr. Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî li Goristana Henan a navçeya Şerayê hatin spartin. Dr. Nûrî Dêrsimî di salên 40’î de ji ber hovîtiya hikûmeta dewleta tirk neçar dimîne ku koçberî Helebê bibe.