Bertekên li dijî biryara Amerîka ya ji bo girtina sê pêşeng û şoreşgerên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê Cemîl Bayik, Mûrad Karayilan û Dûran Kalkan berdewam dikin. Bi vê boneyê Tevgera Azadî daxuyaniyek a çapemeniyê li avahiya xwe ya bajarê Silêmaniyê da. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Tevgera Azadî ya bajarê Silêmaniyê Runak Mihemed ve hat xwendin.
Tevgera Azadî di daxuyaniya xwe de got: “Biryara ku ji aliyê Amerîka ve li Ankarayê hatî dayîn biryarek ne exlaqiye û xizmeta DAIŞ’ê dike. Tevgera Azadiya Gelê Kurd li dijî siyaeta qirkirinê û ji bo nasnameya gelê Kurd, berxwedanek mezin dike û bi hezaran şehîd di vê rêyê de dane. Bi salane li çiyayên Kurdistanê xwe di parêzin û banga aştî û azadiyê dikin. Di sala 1999’an de di kesayeta Rêber Ocalan de komployek navnetewî li hemberî hemû Kurdan hat pêkanîn.
Ev biryar ne tenê li dijî rêveberên KCK’ê û PKK’êne, li dijî şoreşa azadiya gelê Kurd, maf û daxwazên wan yên rewaye. Biryar li dijî hemu welatparêz, hêz û aliyên siyasi yên Kurdane. Bi hezaran jin, zarok û gelê Êzidî ji aliyê gerîlayan ve ji destê çeteyên DAIŞ hatin rizgar kirin. Gerîlayan bi hêzên pêşmergeyan re li dijî êrîşên DAIŞ yên ser Kerkuk, Mexmur û navçeyên din şer kir û karîn bi hezaran mirov bi parêzin.”
Tevgera Azadî bang li hemû aliyek kir daku li dijî biryara Amerîka rawestin û wiha dawî li daxuyaniyê hat: “Em bang li hemû aliyên siyasî, kesayet û rêxistinên mafên mirovan dikin, daku bi hevre bersivek bidin vê biryara ne exlaqiyane. Bila em vê yekê ji bo yekitiya netewî bikin derfetek û li bi yek dengî li hemberî vê biryarê derbikevin.”