Îro şandeyek ji Fraksiyona Tevgera Goran ya li Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bo piştgiriyê serdana Tevgera Azadî kir. Tevgera Goran got ku ewê li Wezareta Navxweyî ya herêê lêkolînê li ser destûr wergirtina Tevgera Azadî bikin.
Piştî civînê daxuyaniyek a çapemeniyê hat dayîn. Parlamenterê Tevgera Goran yê Herêma Kurdistanê Belên Îsmaîl axivî û got: “Armanca serdana me, piştgirî dayîna Tevgera Azadî di karê siyasî yê herêmê deye. Em dixwazin yasa ji bo hemu aliyek wekhev be. Me di civînê de behsa komployên li ser bajarê Silêmaniyê heyîne kir, ji bo vê em çibikin daku aramî çêbibe. Emê weke Tevgera Goran li Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê lêkolînê li ser destûr wergirtina Tevgera Azadî bikin û bi axivin.”