Di daxuyaniyê de bal kişand ser kiryarên PDKê û Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê.
Û da zanîn ku PDK dixwaze bi çêkirina senaryoyên bêbingeh û xapandinê Tevgera Azadî bin tohmetê bihêle.
Daxuyani wiha ye;
“Em ji raya giştî re radigihînin ku tu eleqeya vê çalakiyê bi Tevgera Azadî re nîne û tu têkiliya vî kesî bi me re nîne.
PDK’e dixwaze herêmê, bi senaryo û hincetên cuda, nerazîbûn û boykotên karmend û beşên civakê manîpule bike.
Piştî serdana Hakan Fîdan û derxistina çend komplo û fitneyên ji bo alozî li Herêmê derkeve, 1 û 2’yê Îlonê li Kerkûkê û pişt re jî li Hewlêrê senaryoyek hate meşandin.
Ji xwe ji destpêkê ve xwestin rewşa aloz a Kerkûkê bixin stuyê azadîxwazan.
Lê bi hişyarî û baldariya xelkê Kerkûkê, ev plan û komployên wan yên qirêj eşkere bûn.
Bi berdewamî hate destnîşan kirin ku PDK bi dezgehêke şerê taybet dixwaze nerazîbûnên li hemberî polîtîkayên şaş berovajî bike.
Dezgehek bi navê Asayîşa Herêma Kurdistanê dixwaze bi çêkirina senaryoyên bêbingeh û xapandinê li dijî Tevgera Azadî, raya giştî ya Kurdistanê bixapîne û Tevgera Azadî tometbar bike.
Bi vê wesîleyê em ji raya giştî ya Kurdistanê û Iraqê re radigihînin ku ew kiryara di 1’ê Îlonê de hatiye kirin, dûr an nêzîk tu pêwendiya xwe bi Tevgera Azadî re nîne.
Ew kesê navborî jî bi me re nîne û em wan nasnakin.
Tevgera Azadî hêzeke fermî ya Iraqê ye û di çarçoveya hiqûqê de xebat û têkoşîna xwe ya siyasî û sivîl daye meşandin.
Em di wê baweriyê de ne ku Tevgera Azadî bûye hêviya kesên bêhêvî û neketiye nav xeta xiyanet û gendeliyê.
Tenê ji bo xizmeta gel û demokratîkkirina sîstemê têdikoşe. Sedema hedefgirtina partiya me jî ji ber vê yekê ye.