Doh çalakî ji Komelgeha Dugirê hate destpêkirin.

Endamên sazî û rêveberên meclisa jinê serdana malan kirin û wêne û buroşura ku jiyana Rêber Apo tê de ye diyarî wan kirin.

Di serdana malbatê de, endama Koordinasyona TAJÊ Nazê Eliyas axivî û got;

Pêngava me ji bo azadiya fîzîkî ya Serok Apo ye.

Em jî wek jinên Êzidî, heta azadiya fîzîkî ya serokê xwe em ê têkoşinê bikin.”

Endama Meclisa Komelgeha Dugirê Semîra Sebrî diyar kir ku pêngava wan yek ji gavên serek e û bi wate ye.

Endamên Mektep Siyasî yê PADÊ Mûsa Qasim jî bixêrhatin da jinan û got;

Hestek û kêfxweşiyek bû ku civatek wisa derbasî mala me bû û wêneyê Rêber Apo di destê wan de weke diyarî ji bo me anîne.

Em weke civaka Şingalê deyindarê Rêber Apo ne û heta aazadiya Serok Apo misoger bibe têkoşînê bikin.

Serdana Endamê KNK’ê û serokeşîrê Simoqiyan Mam Seyd Milhim jî hate kirin.

Bi navê çalakvanan endama TAJÊ ya komelgeha Dugirê Rîham Xidir axivî û got,

Me piştî fermanê û heya îro, bi fikir û felsefiya Serok Apo xwe li ser lingan girtiye.

Pêwîste em hemû kesên li Şingalê, jin, ciwan û kal teva, li Serok Apo xwedî derkevin.

Mam Seyd Milhim pêşwaziya şandeyê kir û got;

“Em bi xêrhatina hemû dayîk û xwişkan dikin ku serdana me kirin û wêneyê serok ji me re weke diyarî anîne.”

Me serok nedîtibû û wî jî Şingal nedîtibû, lê bi me ve hat û şagirtên wî em ji tunekirinê rizgar kirin.

Her kesê Şengalî divê xwe li ber azadiya Serok de berpirsiyar bibîne.