&- Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku bersiva herî xurt a li dijî komployê xwedîderketina paradîgmaya Rojava ye.

TJA’yê diyar kir, sîstema Rêber Abdullah Ocalan a konfederal, azadîparêziya jinê, ekolojîk û demokratîk ku weke alternatîfa sîstema netewe dewletan a faşîst hate afirandin, ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn rê li ber serdemeke nû vekir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: Vê pêngavê kir ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd di asta gerdûnî û herêmî de bibe pêşeng. Şoreşa Rojava encama berbiçav a vê yekê ye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bersiva herî dîrokî ya ji komployê re bê dayin, parastina şoreşa jinê ya Rojava ye û hate gotin: Di serî de jin em bang li tevahiya hêzên demokratîk dikin ku ji bo şikandina tecrîdê û pêkhatina azadiya Rêberê Gelê Kurd têkoşîneke hevpar bimeşînin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: Li dijî tifaqa paşverû û faşîst a AKP-MHPê tifaqa gel û yekîtiya gel divê bêtir pêşve biçe. Di şexsê Birêz Ocalan de komploya 15ê Sibatê li hemû Gelê Kurd hat kirin.

Li dijî parêzvanên mafên mirovan jî ev komplo pêk hat. Heta ku Birêz Ocalan azad nebe ew ê ev komplo bi dawî nebe. Kilîta çareseriyê jî aşti jî bi azadiya Rêber Ocalan pêkan e.