Nûnertiya HPD’ê ya Herêma Kurdistanê bi armanca agahî girtina ji aqûbeta endamê xwe Mehmet Vefa Koçakli li ber asayişa Raperîn a Hewlêrê kom bûn. Tevî astengiyên asayîşê jî HDP’yî ji asayîşê heya nûnertiyê meşiyan û daxuyaniya xwe li navendê dan.

Nûnertiya HPD’ê ya Herêma Kurdistanê bi armanca ku derbarê aqûbeta endamê xwe Mehmet Vefa Koçakli de agahî bigirin, îro di saet 17:00’an de  li ber asayişa taxa Raperîn a Hewlêrê kom bûn. Lê asayîş destûr neda, HDP’yî daxuyaniyê bidin û çalakiya xwe lidar bixin. Li ser vê yekê xwepêşander heya Nûnertiya HDP’ê meşiyan.

Piştî ku HDP’yî gihîştina Nûnertiya HDP’ê daxuyaniya çapemeniyê dan. Endama Nûnertiya HDP’ê Mûzeyen Gûneş axivî. Gûneş diyar kir ku eger Koçakli di destê asayişê de ye divê bêjin û sedema binçavkirina wî jî eşkere bikin. Lê eger ne li gel wan jî be wê demê erka asayîşê ye ku ku ji bo dîtina welatiyekî ev 8 sale li Herêma Kurdistanê dijî, bikeve tevgerê û  wezîfeya xwe pêk bîne. 

Li ser vê yekê nûnerê HDP’ê yê li bajarê Hewlêr Abid Îke ji RojNews re axivî. Abid Îke di axaftina xwe de diyarkir ku wana xwestine ji bo pirsîna aqûbeta endamê xwe Vefa Koçaklî xwepêşandanek li ber avahiya asayîşa Raperîn li dar bixin, ji ber ku 10 roje aqûbeta endamê wan nediyare.

Li gorî agahiyan asayîşa Raperîn bi hêceta destûra xwepêşandanê nehatiye standin, nehêlane HDP xwepêşandanê li dar bixin.

Nûnertiya HDP’ê diyarkir ku heya agahî ji endamê wan were girtin û azad bibe wê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Çi bibû?

Endamê HDP’ê Mehmet Vefa Koçakli ku ji ber zextên Tirkiyeyê û dozên derbarê wî de hatine vekirin li Hewlêrê bicîh bûye, di 1’ê Tebaxê de li ser vexwendina asayîşê, ji malê derketibû û careke din agahî jê nehatibû girtin.

Rayedarên Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê ku li Hewlêrê ye, diyar kiribûn wan serî li asayîş û cihên din ên eleqedar dane, lê encamek bidest nexistine.

Rayedarên HDP’ê destnîşan kiribûn ku heta niha bi awayekî fermî tu bersivek ji wan re nehatiye dayîn û gotibûn ku eger derbarê Koçaklî de agahiyek fermî neyê dayîn, ewê nerazîbûna xwe li pêşiya dadgeh û saziyên din ên têkildar bi xwepêşandanan bînin ziman.