Her ku ambargo dirêj kir bêguman pirsgirêkên giran ên tendirustî jî bi xwe re peyda kir. Bi taybet ji ber rêgirtinê êdî zarok mirin. Pirsgirêkên jin, zarok zêdebûn. Dîsa şewba Koronayê bandorekî pir mezin li penaberên Mexmûrê kir.

Di vê beşê de em ê cih bidin pirsgirêkên tendirustî, jiyana jin û zarokan, bi wê ve girêdayî xebatên komîteya tendirustî ya tevî derfetên herî kêm berxwedanek mezin kir. Dîsa çalakiyên jinan û bandora ku li ser jiyana jin û zarokan kirî, binirxînin.

Her ku ambargo dirêj kir, weke her warên din di warê jiyanê de jî aloziyên mezin derketin. Ji xwe jiyan û debara gel piranî li ser karkeriyê ye. Her ku astengî û zext hatin şidandin, di warê jiyanê de jî tengijînên mezin derketin.

MEXMÛR DIKEVE HERÊMEKE BI NAKOK, NE LI SER LIHEVKIRÎ

Bi taybet di qada tendirustî de pirsgirêkên pir cidî derketin. Heta dayikên du canî zarokên wan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber cihê erdnîgarî û dîsa wek herêm Mexmûr tim di rojeva hikûmeta Herêma Kurdistan û dîsa Iraqê de bû. Cihekî pir bi nakok bû û di her fersendê de aloziyên mezin derdikevin. Ev jî raste rast bandorê li penberên Mexmûrê dikin. Mirov dikare bêje dibe qurbanê siyaset û berjewnediyên herêmê.

NEXWEŞXANE DI BIN RÊVEBERIYA IRAQÊ DE, JI BO PENABERAN NE DIBÛ BERSIV

Ji ber van nakokiyan, di warê tendirustî de tim pirsgirêk derketine. Nexweşxaneya di bin rêveberiya Iraqê de bi qasî pêwîst nekariye ji bo tendirustiya Mexmûrê bibe bersiv. Dîsa avhewa û mercê jiyanê jî kiriye ku tim nexweşiyên kronîk û dubare yên demsalî li vê herêmê peyda bibin. Dema em rêjeya jin û kesên bi temen jî li ber çavan bigirin, bi xwezayî di warê tendirustiyê de tim pirsgirêk derdikevin.

QANÛNÊN MIROVÎ HATIN BINPÊKIRIN

Di rewşeke wiha de danîna ambargoyê, tê wateya ku nexweşên giran ên kronîk terkî mirinê bên kirin. Bi gava yekem re yên herî zêde ji vê bandor bûn, nexweşên giran ên kronîk û pêwîstî bi kontrolên rûtîn hebûn, bûn. Ji bo vê di vê mijarê de hem Iraqê û hem jî rêveberiya Başûrê Kurdistanê kete ber tewanekî giran. Rêgirî li nexweşan hatin kirin, rê nedan ku dayikên ducanî bên şandina nexweşxaneyê.

JI BER RÊ GIRTINÊ PITIK MIRIN

Her ku çû, nexweş zêde bûn, pêwîstiyên derman û dîsa tedawîkirinê qediyan û ev jî bû sedem ku mirin pêk bên. Ji ber rêgiriya li bendên kontrolê yên Asayîşa PDK’ê dayikan zarokên xwe winda kirin. Di roja 17’an a ambargoyê de ango 3’yê Tebaxa 2019’an dayika Zeyneb Ehmed ya ducanî dema xwest biçe nexweşxaneyê, rê hate girtin û zaroka xwe winda kir. Dîsa berî wê Fatma Kara ji ber bi saetan a rêgirtina wê ya li benda kontrolê jî zaroka xwe ji dest da. Ji ber rêgirtinê herî kêm 5 pitik mirin.

KIRYARÊN RÛMETÊ DIŞKÎNIN Û HEQARET KIRIN

Rêgirtin ne bes bûn, ji bo rûmeta mirovan bişkînin, qaşo doxtorek anîn li benda kontrolê danîn ku kesên nexweş kontrol bike ango ew doxtor destûr nede û pê qayîl nebe ku nexweşe, wê bihata zivirandin. Dîsa li gel vê yekê li bendên kontrolê heqaret li nexweş û kesên ji bo biçin nexweşxanê hatibûn sekinandin kirin. Nêzîkatiya ne mirovî û dijminane hatin raberkirin. Ji bo nexweşek bê derbaskirina bajarên Başûrê Kurdistanê, bi hêvî û li ser daxwaza qeymeqamê navçeya Mexmûrê ku ew jî eger bixwesta pêk dihat. Dîsa heta ku nexweş rewşa wî/ê pir giran dibû û dikete halê mirinê rê dihate dayîn.

BELAYA CÎHANÊ; COVÎD-19