Raporên çapemeniyê aşkera kir kesê ku sîxurê Rûsî yê berê Sergî Skrîpal jehrî kiriye kesekî Rûsî ye û xelata “Lehengiya Yekitiya Rûsyayê” ji aliyê serok Vladimîr Pûtîn ve wergirtiye.
Rojnameya The Times a Brîtanyayê diyar kir ku navê rasteqîn ê yek ji du kesên tawanbar Anatolî Vladimîrovîtç e û xelata “Lehengiyê ya Yekitiya Rûsyayê” li gorî biryara serok Vladimîr Pûtîn a sala 2014’an wergirtiye.
Beriya ku êrîşa bi gaza damaran di Adara borî de li dijî Skrîpal û keça wî pêk bîne, Vladimîrovîtç ê 39 salî, navê Reslan Boşîrov bi kar aniye û derbasî Brîtanyayê bûye. Vladimîrovîtç 17 salan di nava yekîneyeke hêzên taybet ên Rûsyayê de şer kiriye û di bin fermandariya ajansa îstixbarata leşkerî de tev geriyaye.
Vladimîrovîtç sê caran cihê xwe di şerê Şîşanê de girtiye û dibe ku Pûtîn xelata herî bilind a leşkerî dabe wî, ji ber xizmeta wî di şerê Ukranyayê de.
Du çavkaniyên ewropî yên xwedî agahî der barê lêpirsîna taybet bi Skrîpal de da zanîn ku agahiyên The Timesê û hin dezgehên çapemeniyê yên Brîtanyayê weşandine, di cih de ne. Çavkaniyên ji lêpirsînê ve nêzîk in, diyar kir ku hikumeta Brîtanyayê nasnameyên rasteqîn ên her du tawanbaran baş dizane.
Asayîşa Brîtanyayê beriya niha jî wêneyên van her du kesan ku çalakiyeke çavdêriyê beriya 24 saetan ji êrîşa xwe weşandin. Van her du kesan diyar kir ku ew tenê geştewar in û li Dêra sereke temaşe dikin.
Rûsyayê helwesta xwe li hemberî van diyardeyên nû nîşan neda. Lê Kirêmlînê beriya niha diyar kir ku ev her du kesên tawanbar têkiliyên wan bi Pûtîn re tune ne û da zanîn ku destê Rûsya di vê êrîşê de tune ye.