Tifaqa Pêşverû ya ku ji 93 welatan 135 partiyên demokrat û sosyalîst di nav de cih digirin biryar da ku piştgiriya bi HDP’ê re xurttir û berfirehtir bike.
Desteya Rêveberiyê ya Tifaqa Pêşverû (Progressive Alliance) ya ku Hevberdevkê Têkiliyên Derve û Parlementerê HDP’ê Hişyar Ozsoy jî di nav de cih digire, di 1’ê Cotmehê de civiya. Di civînê de zextên li ser HDP’ê û doza girtinê nîqaş kir. Desteyê pêşnûmaya xurtkirina ji bo hevgirtina HDP’ê qebûl kir. Di Tifaqa Pêşverû de ji 93 welatan 135 partiyên demokrat û sosyalîst cih digirin.
Di biryarê de ev tişt hate diyarkirin:
“Di hilbijartina giştî ya dawîn de HDP’ê nêzî 6 milyon deng stend û li Meclîsa Tirkiyeyê bû partiya sêyemîn. Di Hezîrana 2015’an de dema ku benda hilbijartinê ya ji sedî 10 derbas kir û vir ve li ser wê zext û êrişên giran hene. Bi taybetî piştî hewldana darbeya di sala 2016’an de azadiya fikrê û demokrasî bû hedef. A niha jî hevserokên giştî yên berê yên HDP’ê di serî de bi hezaran endamên HDP’ê girtî ne. Ji ber piştgiriya Kobanê ya ku di sala 2014’an de DAÎŞ’ê êriş biribû ser bajêr, 108 endamên HDP’ê bi cezayên muebetê tên darizandin. Bi vê dozê re tê xwestin ku HDP were girtin û ji bo girtina wê dozeke din hatiye vekirin. Heke HDP were girtin wê bibe partiya şeşemîn a Kurdan ku tê girtin. HDP ji bo çareseriya doza Kurdan û pirsgirêkên heq û azadiyê hewl dide.
Tifaqa Pêşverû bang li Tirkiyeyê dike ku bila li hemberî demokrasî, azadiya îfade û rêxistinkirinê û hiqûqê hurmetdar be û zextên li ser mûxalefeta siyasî kêm bike.
Bi taybetî di demên dawîn de endamên HDP’ê tên girtin û gefa girtinê, tê wateya ku zextên li ser HDP’ê zêde bûye. Em bang dikin ku bila ev êriş were bidawîkirin. Em bang dikin ku bila girtiyên siyasî werin berdan, sûcdariyên siyasî yên li ser endamên partiyê were betalkirin û qedexeyên li ser HDP’ê were redkirin.
Em hevgirtin û piştgiriya xwe ya ji bo têkoşîna HDP’ê careke din îlan dikin. Em bang li hemû endamên Tifaqa Pêşverû dikin ku di vê pêvajoya dijwar de, bila hevgirtina xwe ya bi HDP’ê re xurttir bikin.”