Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Til Rifat a Şehbayê dan ber topan, zarok jî di nav de 9 kes hatin qetilkirin.
Li gorî agahiyên hatin girtin li gorî saeta herêmî saet 14:30’î artêşa Tirk û çeteyên wê Til Rifat a Şehbayê dan ber topan.
Artêşa Tirk a dagirker dîsa weke her carê jîngehên sivîlan kirin hedef û lêdan. Di encama êrîşê de zarok jî di nav de 9 sivîl hatin qetilkirin. Hate ragihandin ku piranî zarok in. Her wiha 10 sivîl jî birîndar bûn.