Hêzên Heşdî Şebî bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya fermî navçeya Tilezêr a Şengalê ku ji DAIŞ’ê paqijkiribûn, radestê Meclîsa Xweser a Şengalê û Asayîşa Êzîdxanê kir. Rûspiyê Êzidî jî bang li xelkê Tilezêr kir ku vegerin ser warê xwe.
Îro gundê Tilezêr ya ser bi Şengalê ku di sala 2014’an de ketibû destê çeteyên DAIŞ’ê û di di 28’ê Gulana 2017’an de ji aliyê hêzên Heşdî Şebî ve hatibû kontrolkirin, îro bi daxuyaniyeke fermî a çapemeniyê radestê Meclîsa Xweser a Şengalê û hêzên asayîşa Êzîdxanê hate kirin.
Daxuyanî bi amadebûna welatiyên gûndê Tilezêr, endamên Meclîsa Xweser a Şengalê, hêzên asayîşa Êzîdxan û hêzên Heşdî Şebî yên heya niha li Tilezêr bûn ve hate dayîn.
Daxuyanî ji aliyê rûspiyê Êzidî yê Tilezêrê Xelîl Hisên û Berdevkê hêzên Heşdî Şebî yê Tilezêr Ebû Abid ve hate xwendin.
Berdevkê hêzên Heşdî Şebî yên Tilezêrê Ebû Abid got, “Em weke hêzên Heşdî Şebî vê navçeyê radestê asayîşa Êzîdxan û gelê herêmê dikin. Me niha li gorî derfetên xwe navçeyê ji mayînên ku DAIŞ çandibû, paqij kiriye. Em hêvî dikin ku gelê herêmê vegerin ser mala xwe. Me bi çeka xwe bi DAIŞ’ê re şer kir, bila gel jî bi vegera xwe bersiva fermanê bide.”
Li ser navê Gelê Tilezêr rûspiyê Êzidî Hisên Xelîl jî axaftinek kir û bang li xelkê Tilezêr kir ku vegerin malên xwe. Îro ev herêm radestê sazî û hêzên me yên bi îradeya gel hatine avakirin, hate kirin. Ev jî dide diyar kirin ku gelê me êdî dikare xwe bixwe biparêze. Em vêya li asayîşa Êzîdxan û tevahî gelê Êzidî pîroz dikin.”