Li gorî daneyên Rêveberiya Koçber û Penaberan a Federal (BAMF) rêjeya Tirkên ku xwe li Elmanyayê girtin, pênc qat zêde bûn.

Li gorî nûçeya rojnameya Dîe Weltê ku xwe dispêrê jimarên BAMF’ê, ji Tirkiyê, ji 15’ê Tîrmeha 2015’an, ji hewldana darbeyê û wir ve hejmara welatiyên Tirkiyeyê ku serlêdana penabariyê li Elmanyayê kirine pir zêde bûne.

Li gorî hejmaran, di serlêdananan de yên ji Tirkiyê, rêjeya Tirkan pênc caran li ya berê zêde bû û da pêşiya ya Kurdan.

Hate destnîşankirin ku di serlêdanan de asta perwerdehiyê bi giştî zêde bûye. Li gorî vê, ji her du kesên yek ji yê ku ji Tirkiyê serdana penaberiyê kirin zanîngeh qedandiye.

48 ji 100’î kesên ku heta bi nîvê sala 2018’an serlêdan kirin ji zanîngehê mezûn bûne.

Li gorî daneyên Wezareta Navxweyî, 2018’an 10 hezar û 655 welatiyên Tirkiyeyê serlêdana penaberiyê li Elmanyayê kirine û bi vî awayî di serlêdanên penaberiyê yên li Elmanyayê de Tirkiye ketiye rêza şeşan. 2017’an jî 8 hezar û 483 kesan serlêdan kiribûn. Ev zêdebûn têkilî rewşa siyasî ya Tirkiyê tê şîrovekirin.

Di heman nûçeyê de tê gotin 2016’an 4 hezar û 383 Kurdan serlêdan kiriye, ên ku bi koka xwe Tirk jî 197 kesan serlêdan kirine. 2018’an 4 hezr û 67 Kurdî serlêdana penaberiyê kirin, 5 hezar û 776 kesên bi eslê xwe Tirk jî serlêdana penaberiyê li Elmanyayê kirin. Daneyeke dî ya balkêş jî têkilî rêjeya qebûlê ye. Di serlêdana Tirkan de rêya qebûlê 71 ji 100’î zêde bûye, yên Kurdan 12 ji 100’î maye.