Ji fermandarên Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê Halît El Mahjoûb diyar kir ku Hikumeta Mutabaqata Neteweyî (HMN) ku dewleta Tirk piştgiriya wê dike, peymana agirbestê binpê kiriye û destnîşan kir ku Peymana Cenevreyê dema ku bi temamî bi cih hate anîn, hingî li Lîbyayê çareserî dikare pêk were.
Serokê Îdareya Rêberiya Exlaqî ya Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê Tumgeneral Halît El Mahjoûb bersiv da pirsên ANF’ê.
El Mahjoûb diyar kir ku agirbesta li Lîbyayê tê binpêkirin û got, “Tevî van hemûyan jî em li gorî peymana Cenevreyê tevdigerin. Hin ji mijarên li Cenevreyê biryar li ser wan hate dayin bi cih hatin anîn, hin jî qet bi cih nehatin anîn.
El Mahjoûr ragihand ku hikumeta Tirk a bi desthilatdariya AKP’ê hewl dide bi rêya hevalbendê xwe Îxwanî Muslîm li Lîbyayê armancên xwe pêk bîne û wiha dewam kir, “Polîtîkaya heyî ya hikumeta Tirk bi kêrî gelê Tirk jî nayê. Şerê ku niha li gelek deveran diqewime ne li berjewendiyê gelê Tirk e. Li Tiriyeyê krîza aboriyê heye û hewl didin ji vê rizgar bibin. Lîbya ji bo Tirkiyeyê armanceke zehmet e, ne bawerim ku Tirkiye karibe li Lîbyayê tiştekî bi dest bixe.”
El Mahjoûr bal kişand ser nêzîkatiya welatên Ereb a li Lîbyayê û got, “Welatên Ereb hemû bi heman çavî li rewşa li Lîbyayê dinerin. Lîbya ji bo Misrê weke meseleyeke ewlekariya neteweyî ye. Ji ber ku koma bi navê Îxwanî Muslîm destpêkê êrişî Misrê dike. Di heman demê de Tûnis jî di bin bandora Îxwanî Muslîm de ye. Yanî bi giranî rola Misir û Fasê ji bo Lîbyayê girîng e.
Têkildarî mijara derxistina hêzên biyanî ji Lîbyayê El Mahjoûr got, “Peymana Cenevreyê xwe dispêre encamên Civîna Bilind a Berlînê. Peymana Cenevreyê bi yekdengiya welatên ku bi meseleya Lîbyayê re eleqedar dibin hate çêkirin. Bêguman ji ber israra Îxwanî Muslîm a mayina li Lîbyayê ku ne ji Lîbyayê ye, zehmetî rû didin. Lê belê bi dîtina min çareserkirina vê meseleyê di demeke nêz de dikare pêk were. Ji ber ku beşeke mezin a îradeya navneteweyî ji bo derxistina Îxwanî Muslîm û komên çekdar ên biyanî ji Lîbyayê xwedî bandoreke girîng in.”
Li ser mijara hilbijartinê jî got, “Pêkhatina hilbijartinê mijareke ewlekariyê ye. Yanî mijareke ku leşkeriyê eleqedar dike. Heta ku komên terorîst ên li herêmê ji hev neyên belavkirin, hilbijartin wê bi kêr neyê. Nepêkane ku bi şerê li herêmê re dewleteke saziyî bê avakirin.”
El Mahjoûr herî dawî destnîşan kir ku li Lîbyayê çareserî pêkane, ew jî bi bicihanîna Peymana Cenevreyê dibe.