Hewldanên ji bo karkirina Encûma Parêzgeha Kerkûkê û hilbijartina waliyê Kerkûkê destpê kiriye, lê li ser mijara erka welîtiyê YNK û PDK bi nakokin. YNK’ê diyar kir ku Tirkiye naxwaze Kurdan tiştek hebe û got; “Divê em li gel Ereb û Tirkmenan lihev bikin.”

Cîgirê Berpirsê Malbenda 2 ya YNK’ê ya Kerkûkê Rewend Mela Mehmûd têkildarî danûstandinên YNK’ê yên li gel pêkhateyên Kerkûkê yên ji bo çareserkirina rewşa Kerkûkê, hilbijartina walî û karkirina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji ajansa Rojnews’ê re axivî.

Rewend Mela Mehmûd diyar kir ku danûstan û serdanên wan ên li gel hêzên Kurdan û pêkhateyên din ên ji bo karkirina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê û hilbijartina waliyê Kerkûkê berdewam dikin, lê hindek hêz û alî bi armanc û bi karkirina ji hêzên biyanî re hewldanên wan dereng dixin.

Rewend Mela Mehmûd ji ber hilbijartina Parlamentoya Iraqê û pirsgirêkên ku çêbûn serdanên wan ên ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kerkûkê dereng ketine û got; “Niha guftûgoyên me destpê kiriye. Serdanên me ji bo vê bûn ku em hemû bikarin zextê li PDK’ê bikin, ji bo ku endamên wan ên li Encûmena Kerkûkê kar bikin û hewl bidin ku waliyek Kurd ji bo Kerkûkê hilbijêrîn. Kerkûkê ji pirsgirêkên îdarî û ewlehiyê rizgar bikin.”

‘Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bêyî PDK’ê hejmara yasayî temam kir’

Rewend Mela Mehmûd bal kişand li ser civînên Encûmena Parêzgehên Kerkûkê û yekrêziya hêzên Kurd û wiha domand; “Bêyî PDK’ê Ereb, Tirkmen, Mesihî û Lîsteya Biratî hejmara yasayî ya endamên encûmenê temam bû û Encûmena Parêzgeha Kerkûkê civiya. Lê, ji derveyî PDK’ê hinek endamên Kurd ên di nava Lîsteya Biratî de jî nehatibûn. Tenê civînekî yasayî ya encûmenê pêk hat.”

‘Erka walîtiya Kerkûkê mafê YNK’ê ye’
Erka walîtiya Kerkûkê di navbera YNK’ê û PDK’ê de bûye sedema nakokiyan, Rewend Mela Mehmûd eşkere kir ku ew wezîfe mafê YNK’ê ye û wiha pêde çû; “Ji bo walîtiya Kerkûkê girîng nîne kîjan kes be. Ya girîng ji bo Kurdan be û li gorî hilbijartinê jî mafê YNK’ê ye. Ji ber ku ev maf bi dest xistine û alîgirên te jî daxwaza vî mafî ji te dike. Lewma em mafê YNK’ê dibînin.”

‘Hinek hêzin bi din bandoriya Tirkiyeyê de ne û beşdarî civîna encûmenê nabin’

Mehmûd bêyî ku nav eşkere bike, diyar kir ku bandoriya Tirkiyeyê li ser hinek hêzan heye û got; “Tirkiyeyê bi eşkere ragihandiye ku li kûderê be li dijî Kurdane. Mixabin hinek hêzên Kurd li jêr ezmûnên Tirkiyeyê de ne û beşdarî civînên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê nabin. Yên tên jî mûçeyên xwe digirin û destûrê digirin vedigerîn Hewlêrê.”

‘Divê em li gel Ereb û Tirkmenan li hev bikin’
Rewend Mela Mehmûd bal kişand li ser helwesta pêkhateyên din û got; “Daxwazên Tirkmen û Ereban ji Kurdan hene. Ji ber ku me nekariya nava mala Kurdan yekalî bikin û Encûmena Parêzgehê çalak bikin, lewma divê em li gel Tirkmen û Ereban li hev bikin, ji bo hemû bi hev re pirsgirêkên îdareya Kerkûkê çareser bikin. Ji ber ku niha Ereb û Tirkmen ji rewşa ewlehî û îdareya bajarê Kerkûkê nerazî ne.”

Cîgirê Berpirsê Malbenda 2 ya YNK’ê ya Kerkûkê Rewend Mela Mehmûd eşkere kir ku eger waliyek nû ji bo Kerkûkê were destnîşan kirin wê gelek pirsgirêkên Kerkûkê werin çareserkirin.

Ji 16’ê Cotmeha sala 2017’an ve li Kerkûkê Kurdan desthilata îdarî, ewlehî û leşkerî ji dest dane. Waliyê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm û Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbiwar Talebanî, berpirsên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Kerkûk bi cih hiştin. Niha ji hewldan hene ku Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dest bi kar bike û dubare wezîfeyên bilind ên îdarî û ewlehiyê werin parvekirin.