Îro li otela Kwartiz a bajarê Hewlêrê, Sefîrê Tirkiyeyê Herêma Kurdistanê Hakan Karaçay, li gel berpirsên hêzên Tirkmenî civiya. Di nava ew hêzên Tirkmenî yên li gel Karaçay civiyan de Eniya Tirkmenî jî hebû. Piştî vê civînê hêzên Tirkmenî bi daxuyaniyeke çapameniyê daxwazên xwe ji bo kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandin.
Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê parlementerê Eniya Tirkmenî ya Herêma Kurdistanê Aydın Merûf ve hate xwendin. Merûf eşkere kir ku civîna aliyên Tirkmenî ya bi beşdariya Sefîrê Tirk Hakan Karaçay, gotûbêjeke taybet bûye li ser beşdarbûna aliyên Tirkmen ji Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê re.
Merûf eşkere kir ku aliyên Tirkmenî niha hewl didin daxwazên xwe yên ji bo beşdarbûna ji hikûmeta nû ya Iraqê re amade bikin û pêşkêş bikin.
Parlementerê Eniya Tirkmen Aydin Merûf daxuyakirin ew daxwaza cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.
Eniya Tirkmen her wiha di nava hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de daxwaza Wezareteke girîng a xwedî karîger û çend rêveberiyên giştî dikin. Merûf got ku ew dixwazin di nava hikûmeta nû ya herêmê de bibandor bin.
Heya niha Qûbad Talabanî cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanêye. Lê li gorî gotegotên li ser pêkanîna hikûmeta nû ya herêmê dibe ku êdî du cîgirên serokê hikûmetê hebe. Her wiha têgotin ku cîgirek bikeve para YNK’ê û cîgirek jî bikeve para Tevgera Goran. Lê niha aliyên Tirkmen jî niha cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwazin.