TJK-E’yê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Kampa Penaberan a Mexmûrê û Şengalê daxuyaniyek da û diyar kir, “Roj roja xwedîderketina li rûmeta xwe ye.”

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyek weşand û diyar kir, “Îşev li Kampa Penaberna a Mexmûrê, Şengalê û Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişeke mezin a hewayî hate kirin.

Ev êriş ji rewş û bûyerên dawî yên li herêmê ne cuda ne.

Ev yek planeke qirkirin û dagirkirina tevahiya Kurdistanê ye.

Divê neyê jibîrkirin; Mexmûr em in, Şengal em in, Qendîl em in!

Li dijî vê konsepta tasfiyeyê di serî de jin, ciwan em bang li tevahiya gelê xwe û dostên xwe dikin ku têkoşînê xurt bikin û her cihî veguherînin qada çalakiyan.

Divê saizyên navneteweyî êdî xwe ker, lal û kor nekin û bi tundî helwestê ji ber vê rejîma faşîzan nîşan bidin.

Roj roja xwedîderketina li rûmeta xwe ye.”