Tevgera Jinên Kurd a Ewrupayê, di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî ji doza kurd re çareserî” 19’ê Nîsanê dest bi kampanyaya şandina nameyan kir.

Ev name bi dorê li her bajarê Ewrupayê tê şandin.

Niha jinên kurd li bajarê Evry yê Fransayê ji CPT’î re 400 name şandin.

Jinan xwest, CPT’î erka xwe bi cîh bîne.

Û bang li tevahiya kurdistaniyên li Ewrupayê kirin, da ku ji bo azadiya Rêber Apo seferber bibin.