Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd li Fransayê (TJK-F) diyar kirin, wê 1’ê Gulanê bi dirûşma “Stop izolasyon, stop faşizm” bi pankarta #7000 berxwedêr #7000 pankart, dest bi çalakiyan bikin.
ivaka Demokratîk a Kurdên li Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd li Fransayê (TJK-F) ji îro û pê ve dest bi çalakiyên bi dirûşma “Stop izolasyon, stop faşizm” dikin. Her du rêxistinan ji bo çalakiyan banga tevlîbûnê kirin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li Îmraliyê 20 sal in bi rêk û pêk êşkence li gelê Kurd tê kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Faşîzma TC û hevkarên wan ên di komployê de ji ber ku bi ser neketin, tecrîd xistin dewrê. Hem di destpêka komployê de hem jî di rêveçûna wê de Serok Apo û hevrêyên wî bi berxwedana xwe komplo têk birin. Hîn jî tirsa dilê sîstema dîktatorî, mêtinger û faşîzan e.
Berxwedana grevên birçîbûnê, bi Hewlêr, Strasbourg, Galler û zindanan re li gelemperiya dinyayê veguheriye pêngava ‘Em ê dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ û tevî vê yekê şehîdên me yên pîroz bi çalakiyên xwe yên fedayî silav kirine.
Çalakiya ku kêm maye bibe 6 meh, li zindanan veguheriye rojiya mirinê.
Bi navê CDK-F û TJK-F, em ji îro û pê ve bi dirûşma ‘Stop izolasyon, Stop faşizm’ dest bi çalakiyên #7000 berxwedêr #7000 pankart dikin. Em bang li gel û saziyên xwe yên li Fransayê dikin ku li her qadê bi pankarta bi nivîsa ‘Stop izolasyon, Stop faşizm’ bersiveke dîrokî bidin.”