Tevgera Jinên Kurd û Dîwana Hevserokatiya KCDK-E jibo ciwanê Kurd Umît Acar ê li Elmanyayê bedana xwe da ber agir daxuyanî da.
Li gorî agahiyan roja Pênçşemê (duh) ciwanê Kurd ê bi navê Umît Acar li bajarê Îngolstad ê Elmanyayê agir berda bedana xwe. Li gorî agahiyên xizmên wî dane Acar ev 3 sal in li Îngolstadê dijî û ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd, hatina Erdogan a Elmanyayê û desteka rejîma Elman ji bo Tirkiyeyê agir berdaye bedana xwe. Hate ragihandin ku Acar ê sala 1990’an li Kozlûk a Êlihê ji dayikbûyî li herêma bi daristan a nêzî malê xwe şewitandiye.
Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) û Dîwana Hevserokatiya KCDK-E peyamên sersaxiyê dan. Tevgera Jinên Kurd xemginiya xwe ya ji bo bûyerê ragihand û wiha got; “Destpêkê serê malbata Acar a birûmet û gelê Kurd saxbe. Em li pêşberî bîranîna şehîdê xwe bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”
Tevgera Jinên Kurd nerazîbûn nîşanî serdana Erdogan a ji bo Elmanyayê da û wiha got; “Ev piştgirî hê bêhtir cesarata zext û kuştînê dide Erdogan.”
Tevgera Jinên Kurd balkişand li ser tecrîda li ser Ocalan û wiha domand; “Ev şêweyê çalakiyê Rêberê me Abdullah Ocalan rast nabîne. Divê ciwanên me hêza xwe ji bo têkoşîna demokrasiyê bi kar bîne. Em ê girêdayî nirxê şehîdê xwe yê birûmet Umît Acar bibin.”
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E jî di peyama sersaxiyê de wiha got; “Acar li beramberî tecrîda li ser Ocalan û desteka dewleta Elman ji bo Tirkiyeyê nerazîbûn nîşan da. Ciwanê Kurd Umît Acar bi vê çalakiyê peyam da hikmûta Elman û rayedarên Elman. Divê hikûmeta Merkel û rayedarên Elman wateyê bide vê çalakiYê. Divê bizanibin ku êdî sebra gelê Kurd nemaye û êdî destekê nedin Erdoganê dîktator.”
KCDK-E’yê got wê malbata Acar vê înê li Munchenê be û banga xwedîderketina li malbata Acar li hemû kesê kir.