Fermandariya Rojava ya TKP/ML-TÎKKO, bi wesîleya salvegera damezrandina PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, di dîroka şerê 40 salî de PKK’ê di têkoşîna azadî û mafên demokratîk ên gelê Kurd de çepereke girîng a berxwedanê afirandiye û hate gotin, “Di nava şerê 40 salî de bi deh hezaran şervan di têkoşîna azadiyê de şehîd bûn û kevneşopiyeke xurt a şer hate afirandin. Bi pratîka xwe ya şerê gerîla ku li çar parçeyan bê navber dimeşîne, xezîneya şerê gerîla xurtir kiriye. PKK’ê bi pratîka xwe ya şerê gerîla û bi destketiyên afirandî bû partiyeke girîng a têkoşînê ku li Rojhilata Navîn bala her kesî li ser e.”
‘HEWLDANÊN DYA’YÊ WÊ BI SER NEKEVIN’
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hewldanên DYA’yê yên ji bo tepisandin û kontrolkirina PKK’ê wê bi ser nekevin û hate gotin, “Divê rêveberiya DYA’yê baş pê zanibe; PKK xwedî hêzeke girseyî ya gerîla ye ku ti ji biryarên empeyalîst nikare pê. Çawa ku gelek nikare bê tinekirin, şervan û pêşengên gerîla yên gelê Kurd ê mazlûm jî nikare bên tinekirin.”