Şandeyek ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di pêşengtiya Fedîle Tok de serdana Nûnertiya HDP’ê kir. Fedîle Tok li ser navê şandeyê desteyek gulên Nêrgiz pêşkêşî Nasir Yagiz kir. Nasir ji kêfxweşiya xwe ji bo şandeya Mexmûrê diyar kir û spasiya wan kir.


Çalakiyên grevên birçîbûnê yên bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatîbûn destpêkirin, li Başûrê Kurdistanê jî bi biryardariyek xurt dewam dikin.

Şandeyek ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî, bi armanca piştgiridayîna greva birçîbûnê ya li Hewlêrê û di pêşengtiya Fadîle Tok de serdana Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêr kir

Nasir Yagiz yê ku ev 101 roje di çalakiya gireva birçîbûnê deye pêşwaziya şandeya Mexmûrê kir.

Piştî ku şandeya Mexmûrê hat pêşwazî kirin. Fedîle û Nasir bi rêya torên civakî peywendiyek bi dîmen bi Leyla Guven re çêkirin.

‘Berxwedan jiyan e’

Leyla Guven ku ev 114 rojin di çalakiya greva birçîbûnê de ye, bi rêya peywendiya li gel Yagiz û Tok de got: “Di kesayeta Fedîle tok û Nasir Yagiz de ez silav li tevahî çalakgeran dikim. Baweriya me pir xurte û emê 8’ê Adar û 21’ê Adarê bi çoşek mezin pêşwazî bikin û em ê Rêber Apo azad bikîn. Berxwedan jiyan e.”

 Endama Meclîsa Îştar a Mexmurê Fadîle Tok jî wiha got: “Di kesayeta dayika Nasir de 8’ê Adarê li tevahî jinên Kurd û Rêber Apo piroz dikim.”

Endamê Meclîsa HDP’ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz ji axivî û got: “Ez pir kêşxweşim ku ez bi were vê dîlanê digrim û bi were rêhevaltiyê dikim. Em vê biharê bikin bihara azadiya Rêber Apo.”                

Endamê Meclîsa HDP’ê Nasir Yagiz, ji 21’ê Mijdara 2018’an ve li Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Nasir di roja 101’an de tevî rewşa xwe ya giran a tendirûstî bi baweriyek xurt çalakiya xwe didomîne.

Endama Meclîsa Îştar a Mexmurê Fadîle Tok jî bi heman armancê di 20’ê Çileyê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Çalakiya Fadîle Tok ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) daye destêkirin, di roja 41’an de berdewam dike. Pirsgirêkên tendûristiyê yên Fadîle Tok jî derketine lê di çalakiya xwe de bi israre.