Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara “Li hemberî Îranê rewşa awarte” ku piştî dagirkirina Sefaretxaneya Amerîka ya Tehranê (1979) li dijî Îranê hatibû girtin, ji bo salek din dirêj kir.

Li Îranê piştî ku di 10’ê Sibata sala 1979’an de rejîma Şah Riza Pehlewî hat hilweşandin, di 4’ê Mijdara heman salê komek çekdar ku xwendekaran pêşengiyê wê dikir, Sefaretxaneya Amerîkayê ya Tehranê dagir kir û 52 kes 444 rojan rehîn girtin. Li ser vê bûyerê hemû têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Îran û Amerîka de qut bûn, Amerîkayê malên Îranê yên bi buhayê 8 milyar dolaran cemidand.

Amerîkayê her wiha li hemberî Îranê di 14’ê Mijdara 1979’an de “Rewşa Awarte” îlan kir. Di navbera herdu welatan de di 20’ê Çileya sala 1981’an de Peymana Cezayîrê hat îmzekirin û 52 rehîne hatin berdan. Lê biryara Amerîkayê ya wekî, “Li hemberî Îranê rewşa Awarte” dom kir û ji wê demê heta niha her sal tê dirêjkirin.

Di vê dema ku Amerîkayê ambargoya nû daniye ser Îranê û dema biryara “Rewşa Awarte” di 14’ê Tîrmehê de tije dibe de,  Serokê Amerîkayê Donal Trump dema biryarê ji bo salek din dirêj kir.