Serokê DYE’yê Donald Trûmp serdana Koreya Bakur kir.

Cara pêşî ye ku Emerîkayek pê li xaka Koreya Bakur dike.

Serokê DYE’yê Trûmp Yekşemê dema hevdîtina lîderê Koreya Bakur Kîm Jong-un bi peyatî sînor derbas kir.

Du lîderan bi domdirejî destê wan di hev de ma û wêneyên wan hatin girtin. Dema hevdîtinê Kîm Jong-un slav da lîderê Koreya Başûr.

Trûmp got, ”Ji bo cîhanê rojeke mezin e”. Trûmp wiha lê zêde kir: ”Ev tê maneya ku em dawî li rabirduyeke bêqidoş bînin û dahatuyeke nû ava bikin.”

27’ê Hezîranê dîplomatekî payebilind ê ji Koreya Bakur ji DYE’yê xwetibû ku ji bo derketina ji nukleerê nîqaşan ji nû ve bide destpêkirin, stratejiyeke nû diyar bike.

Trûmp û Jong-un 12’ê Hezîrana 2018’an li Sîngapûrê jî hatibûn cem hev. Piştre dawiya Sibatê li Hanoî hev dîtibûn. Lê hevdîtina duyan ne baş çûbû. Washîngtonê xwestibû ku Komara Gel a Koreya  Bakur bi temamî ji nukleerê were paqijkirin,  rêveberiya Pyongyangê ku ji bo ewlehiya xwe doza mîsogeriyê kirî, pêşî xwestibû ku ambargoya li ser were sivikirin.